Dayika Aştiyê Tûran li Îzmîrê rehmet kir
Dayika Aştiyê Fehîme Tûran a ji nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, li Îzmîrê rehmet kir. Ji ber qedexeya derketina derve cenazeyê Tûran ji aliyê ferdên malbatê yên nêzî tenê ve hate veşartin.
Dayika Aştiyê Fehîme Tûran a ji nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, li Îzmîrê rehmet kir. Ji ber qedexeya derketina derve cenazeyê Tûran ji aliyê ferdên malbatê yên nêzî tenê ve hate veşartin.
Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê Fehîme Tûran, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûranê li Goristana Dogançayê hat veşartin.
Ji ber qedexeya derketina derve ya ji ber vîrûsa coronayê (Covîd-19) hatiye îlankirin tenê xizmên Tûranê tevlî merasîma cenaze bûn. Tûran a 59 salî nêzî 2 sal bûn ji ber nexweşîna pençeşêrê dihat tedawîkirin.