'Bi xeta Zîlan, em ê tola fermana 73'an hilînin'

RODA AMED/ARÎN ARARAT

Gerîlayên YJA Star û şervanên YJŞ'ê yên li Şengalê bal kişandin ser çanda berxwedanê ya jinan a li Şengalê û gotin, "Çawa ku Zîlan bi çalakiya xwe tola komkujiya Dersimê hilanî, em ê jî li ser xeta Zîlan tola fermana 73'an hilînin."

Zeynep Kinaci (Zîlan), ku di 30 Hezîrana sal 1996'an de bi çalakiya canbexşane ya li Dersimê bû nexşerêya tevgera azadiya jinê, ji bo gerîla û şervanên jin ên li Şengalê jî bûye çavkaniya berxwedanê. Şervanên YJŞ'ê û gerîlayên YJA-Starê yên Şengalê dan xuyakirin, ku Zîlan ji bo wan mînaka herî mezin a bersivbûna jina Kurd ya li hemberî dijmin e. Gerîlayên YJA Starê û şervanên YJŞ'ê yên li Şengalê bi wesîleya 21. salvegera şehadeta Zîlan ji ANF'ê re axivîn.

JIYANDA ÊZIDXAN: Destpêkê em 30'ê Hezîranê li Serokatî, hevrêyên xwe yên şehîd û li hevalên xwe yên di çeperan de li ber xwe didin pîroz dikin. Hevrê Zîlan, 30’ê Hezîrana 1996’an li cihekî weke Dersimê êşa fermana ku li wê derê rû da hîs kir û ji bo bersivandina vê û pêşîgirtina li dijmin xwest çalakiyê pêk bîne. Dijmin wê demê dixwest li ser Serokatî komplo bike, lê hevala Zîlan li hemberî vê got 'pêwiste ez vê plansaziya wan a li ser Serokatî pûç bikim'. Hevrê Zîlan bi çalakiya xwe, hem plansaziyan wan vala derxist hem jî bersiva dijmin da.

Em jî wek jinên Êzidî yên di nava Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de dixwazin bi heman fikrî û li ser xeta Şehîd Zîlan li ber dijmin rabin. Dijmin jî digot jinên Êzidî nikarin li berxwe bidin, nikarin şer bikin. Lê heya ku Şehîd Zîlan di bîra me de be û çalakiya wê li ber çavên me be, em ê bikaribin li ber xwe bidin. Û bi heman şêwazî em ê berxwedana xwe hîn mezintir bikin. Li ser rêya hevrê Zîlan, em ê jinê hîn perwerde bikin û rastiya wê bi jinê bidin naskirin.

Niha dema mirov mêze dike yên ku li çeperên herî pêş li ber xwe dide jin e. Ya ku axa xwe rizgar dike jin e. Ji bo jinên Êzidî bi taybetî hate gotin ku gelê Êzidî nahele ku keçên wan tevlî bibin û ew jî nikarin li hemberî dijmin li ber xwe bidin. Lê niha keçên Êzidî li ser xeta hevrê Zîlan dimeşin, hem li hemberî dijmin şer dikin, hem jî bersiva dijmin didin. Li ser vê xetê em ê xwe hîn bêhtir xurt bikin û hîn bi coş em ê tevlî bibin ku dijmin bila bibîne keçên Êzidiyan çawa dimeşin û xwe bi pêş dixîne. Dibe gelek caran xwestin ku YJŞ’ê tine jî bikin, lê piştî ku keçên Êzidî rabûn ser xwe şoqê bûn. Dema mêze kirin, fêmkirin ku YJŞ’ê nikarin tine bikin. Tevî vê jî hîn bêhtir mezin bû, jinê rastiya xwe dît, hatin tevlî bûn, xwe perwerde kirin û li hemberî dijmin şerê xwe dan meşandin. Di civakê de êşa ku jin dikşîne ne êşeke ji rêzê ye, ji bo vê jî jin êdî êşê ji xwe re qebûl nake, êdî dibêjê ez bindestiyê hew qebûl dikim. Niha ji her alî ve xwe perwerde dike. Ji milê leşkerî û fikrî ve xwe bi pêş dixe. Jina Êzidî îro li ser fikra Şehîd Zîlan xwe bi rêve dibe û li ser wê esasê li hemberî dijmin tevlîbûna xwe çêdike. Li Şengalê yên ku herî zêde êş kişand jin bûn. 

Şengal êşên pir mezin kişand, li Dersimê jî heman êş hate kişandin. Li hemberî vê jî hevrê Zîlan xwest li Dersimê çalakiya xwe pêk bîne. Çawa ku dijmin îro dixwaze li Şengalê ji xwe re bingeha hebûna xwe bide avakirin, li hemberî vê jî em dixwazin bi çalakiya hevrê Zîlan pêşxistî heman çalakiyê pêk bînin. Xwesteka me ew e ku em li ser xeta Şehîd Zîlan bimeşin û hevrê Zîlan bibe mînakek di nava jinên Êzidî de. Çawa ku wê xwest ji bo gelekî êşê dikişîne çalakiyê pêk bîne, zordariya dijmin ti carî qebûl nekir, em jî ti carî vî tiştî qebûl nakin û çiqas biçe em ê xwe hîn bêhtir perwerde bikin û hîn bêhtir em ê li hemberî dijmin li ber xwe bidin.

 

AXÎN ÎNTÎKAM: Îro em jî wek şervanê YJŞ'ê li Şengalê salvegera şehadeta hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci de, ya ku di 30’ê Hezîranê de çalakiya fedayî li Dersimê pêk anî, wê bibîr tînin û li pêşberî bîranînên wê jî em bejna xwe ditewînin. Dema ku hevrê Zîlan çû çalakiya fedayî bike nameyeke li pêy xwe hiştibû. Bİ rastî jî hem ji bo gel hem jî ji bo Rêber APO û tevgera me ya azadiyê jî nameya ku li pêy xwe hiştî, gotina ku herî zêde mirov pê bandor dibe jî gotina wê ya 'heke ji canê min zêdetir tiştekî hebûya min ê ew kiriba fedayê Rêber APO û yê vî gelî'. Niha jî wek şopdarên xeta hevrê Zîlan, weke YJŞ’ê pêwiste em xeta hevrê Zîlan li Şengalê pêş bixin. Divê em vê rojê ne tenê weke bîranînê pêşwazî bikin. Di kesayetiya hevrê Zîlan de divê em xwe ji nû ve ava bikin, di nava ruhê wê yê fedayî de xwe bibîne, bi wî ruhî tevbigerin û di rêya azadiyê de li ser xeta wê bimeşin. Niha em li ser vê xetê şopdarên wê ne. Bi taybetî weke jinên Êzidî li hemberî vê komploya ku li ser Rêber APO tê meşandin sekina hevrê Zîlan ji xwe re esas girtin ji me tê xwestin. Û bi taybet jî ji bo Rêber APO, bûyîna bersivekî herî mezin e. Ji bo wê jî, bi wî ruhê fedayî ji gel re bûyîna bersiv, ji vê komploya ku hîn jî li ser Rêber APO tê meşandin re bûyîna bersiveke herî mezin e. Tê xwestin ku em tevahî jinên Êzidî li vê derê bikaribin şopdarên hevrê Zîlan û bi ruhê heval Zîlan em bikaribin wan jinan jî bigihînin xeta azadiyê û li ser vê xetê de bimeşînin. 

NÛCAN HESEKÊ: Îro salvegera şehadeta hevrê Zîlan-Zeynep Kinaci ye. Em weke gerîlayên YJA-Starê îro cihê xwe li Şengalê digirin. Îro em li ser rêya heval Zîlan dimeşin. Heval Zîlan bi têkoşîna xwe, bi ruhê xwe yê fedayî her tim hat naskirin. Têkoşîna heval Zîlan îro hişt ku em li ser rêya azadiyê bimeşin. Wek gerîlayên YJA-Starê em li ser esasê têkoşîn û hevaltiya hevrê Zîlan dimeşin. Heya dawiyê jî em ê têkoşîna xwe dewam bikin.  Di vê rojê de jî bangawaziya me ji bo her jineke Kurd ew e ku: bila werin tevlî vê tevgerê bibin û li ser rêya Şehîd Zîlan bimeşin.

ŞAYAN ZAGROS: Hevrê Zîlan şervana salekê bû. Salek bû ku di nava tevgera azadiyê de cihê xwe digirt. Her çiqas di warê fîzîkî de zor û zehmetî kişandibe jî, hevrê Zîlan ev yekê derxist pêş ku çi dibe bila be li hemberî dewleta faşîst wê bê sekinandin. Li hemberî komploya ku li hemberî Serokatî hat çêkirin 30'ê Hezîranê bi berxwedan û çalakiya xwe pêşî li hemû êrîşan girt û weke mîrateyekê ji bo her kesî hişt. Sozeke hevrê Zîlan heye, dibêje 'heke ji canê min zêdetir tiştek hebe ez ê wê bidim'. Piştî ev gotinên wê me fêm kir ku tiştekî em winda bikin nîne û tiştê ku em wekê hedef û armanc bidin pêşiya xwe rizgarkirina Rêber APO ye. Ji xwe, hevrê Zîlan xeta me ya îdeolojîk e. Hevrê Zîlan pêvajo baş xwend û ruhê pêvajoyê fêmkirin di sala 1996’an de di milê hevrê Zîlan de derkete pêş. Mirov ji kîjan milî ve mêze bike dikare hevrê Zîlan weke xwedewandekê bibîne. Bi çalakiya hevrê Zîlan re, bi hezaran Zîlan derketin pêş û wê hîn jî derkevin pêş. Li ku be bila be, berxwedana heval Zîlan ya ku bi çalakiya 30’ê Heziranê li navenda dilê faşîzmê de xwe teqand, mirov bikaribe ji vî milî ve hîn zêdetir berxwedana hevrê Zîlan bilind bike. Niha weke hêza YJA-Starê mayina me ya li Şengalê  wateyeke pir bi rûmet û pir bi nirx e, ku xeyalên Rêber APO yê bi salan e xwesteka wî hatina çiyayê Şengalê ye. Tiştê ku dikeve ser milê me xwedîderketina li xeyalên Rêbertî ye. Ev rastî ye ku bi sedan keçên Êzidî weke xelekekê li derdora heval Zîlan û li derdora Rêber APO dayîna avakirin û komkirin tiştekî pir girîng e. Bi taybet jî yek ji erkê me yê herî pîroz jî hewldanên hevrêZîlan bi keçên Êzidî re dayina fêmkirin, ruhê şehîd Zîlanan dayina avakirin û her tim ev ruhê zindî girtin e. Ji ber ku bi wê ruhê zindî girtin re wê bigihîje serketinê.