'Êşa jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye'

Siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr ên jin ên ji 18 parêzgehên Iraqê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî kampanya TAJÊ ya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' dibin' û gotin, "Êşa jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye."

Kampanya TAJÊ ku wê heta 3'ê Tebaxê salvegera 10'emîn a fermana 3'ê Tebaxê dewam bike, bi tevlîbûnên nû berfireh dibe.

Ji 18 parêzgehên Iraqê jinên li qada siyaset, rojnamevanî, sazî û dezgehan bi bandor in, bi daxuyaniyekê tevlî kampanya TAJÊ bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku sîstema desthilatdar bi zanebûn êrişî jinan dike, bi vî rengî hewl dide civakan bi taybetî jî jinan qir bike.

Hate destnîşankirin ku li hemberî vê yekê jî jinan timî têkoşîn meşandin û hate gotin, bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' wê sedsala 21'ê bibe sedsala azadiya jinê.

Jinên Iraqî diyar kirin ku Iraq xwedî dîrokeke kevnar a berxwedanê ye, bi hezaran salan gelek neteweyên weke Ereb, Kurd, Êzidî, Tirkmen, Ermen û Mesihî bi hev re mane, lê niha di nava şer û tundiyê de ye.

Hate destnîşankirin ku êşa herî giran a şer jî jin dikişînin û ji bo pêşîgirtina li qirkirin û tundiyê pêwîstî bi têkoşîneke hevpar a jinan heye.

Di vê çarçoveyê de işaret bi girîngiya kampanya TAJÊ hate kirin û hate gotin, ew qirkirina ku di fermanê de li jinên Êzidî hate kirin qebûl nakin, êşên jinên Êzidî êşa tevahî jinên Iraqê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku weke jinên siyasetmedar, rojnamevan, rewşenbîr, çalakvanên siyasî û ji dezgehên Iraqê yên li 18 parêzgehan piştgiriyê didin kampanya TAJÊ û hate gotin, "Em beşdarî kampanyayê dibin. Em ê bi hev re li dijî qirkirina jinan têbikoşin. Bi yekîtiya jinan em ê dengê xwe li dijî qirkirinê bilind bikin û bi hev re bibin dengê xweparastinê."