%71 ji gelê Izlandayê destekê dide #Metoo'yê

Desteka herî mezin a li kampanyaya #Metooyê ya ku li welatên Skandînavyayê li dijî destavêtin û destdirêjiya zayendî ya li jinan tê kirin, li Izlandayê derkete holê. Ji 10 Izlandiyan 7 jê kampanyayê baş û serketî dibînin.

Ji ber tijîbûna salvegera pêşî ya kampanyaya #Metooyê li Izlandyayê ankêtek hate çêkirin û li gorî vê 71 ji 100'î yê gel vê kampanyayê ji bo welêt baş dibînin.

13 ji 100'î yên ku tevlî kampanyayê bûn diyar kirin ku ew vê kampanyayê baş nabînin.

Li welêt ku tevgerên jin û femînîstan xurt in, 82 ji 100'î yê jinan #Metooyê baş dibînin û dibêjin wê rê li ber encamên baş veke.

Li Izlandayê ku 334 hezar kes lê dijîn kampanya ya bi etîketa #Metooyê ya ku jinan rê ve dibir, li gorî Swêdê li gel ku dereng û qels ma jî rê li ber guherînan vekir.

Piştî ku jinên siyasetmedar û hunermend jî tevlî kampanyayê bûn û destdirêjî û destavêtina li ser xwe vegotin, gelek kesên ku destavêtin jinan neçar man ku dev ji kar biqerin.

#Metooyê kir ku civak veguhere, mêr bi rengekî baldartir xwe nêzî jinan bikin. Li kargehan û li deverên vekirî hate qedexekirin ku li ser teqwîman û afîşan wêneyên jinên tazî werin bikaranîn.