YSK'ê encamên dawî yên tûra duyemîn eşkere kir

Serokê Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener encamên dawî yên tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê ku di 28'ê Gulanê de hate kirin, eşkere kir.

Serokê YSK'ê Ahmet Yener diyar kir ku ji bo ragihandina encamên misoger ên dengdana tûra duyemîn a hilbijartina serokkomariyê ji Rojnameya Fermî re şandine.

Li gorî daxuyaniya YSK'ê ku saziyeke cihê nîqaşê ye û nêzî desthilatdariyê ye, di tûra duyemîn de li nava welêt 52 milyon hilbijêrî dengê xwe dan.

Rêjeya dengdanê ji sedî 85,72 bû, Erdogan bi 27 milyon 834 hezar û 589 dengan bû serokkomar.

Yener diyar kir ku Tayyîp Erdogan ji sedî 52,18 ê dengan, Kemal Kiliçdaroglû jî ji sedî 47,82 ê dengan wergirtin.