Namzetên Enqereyê yên Çepên Kesk: Em ê xwedî li sindoqan derkevin

Namzetên parlamenteriyê yên Enqereyê yên Partiya Çepkên Kesk gotin, "Divê em nekevin xefika provokasyonan. Bi bikaranîna dengê xwe, bi xwedîderketina li sindoqan em ê bi ser bikevin. Di tûra destpêkê de divê biqede."

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê, li hotelek Enqereyê bi rojnamevanan re di civînek taştê de civiyan. Namzetên parlamenteriyê û Parlamentera HDP’ê ya Eneqereyê Filîz Kerestecîgolû tev li civînê bûn.

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Enqereyê Emîralî Turkmen, Selma Gurkan, Îhsan Seylan û parlamentera HDP’ê Filîz Kerestecîoglû axivîn, bersiva pirsên rojnamevanan dan û banga xwedî derketina sindoqan û dengan kirin û destnîşan kirin ku ew ê bi xwedîderketina sindoqan bi ser bikevin.