HDP-Çepên Kesk: Em ê deng bidin, rejîma yek şexsî biguherînin -NÛ BÛ

HDP-Partiya Çepên Kesk got, "Di tûra duyemîn de em ê dengê xwe bidin û rejîma yek şexsî biguherînin."

Desteyên Rêveberiyê yên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi civîneke çapemeniyê helwesta xwe ya ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê eşkere kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û got, "Di tûra duyemîn a hilbijartinê de em ê dengê xwe bidin û rejîma yek şexsî biguherînin."

'MÎNA REFERANDÛMÊ YE'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan diyar kir ku encamên hilbijartinên 28'ê Gulanê wê salên bê diyar bikin û got, "Hilbijartinên 28'ê Gulanê wê di navbera dilxwazên guhertin û demokratîkbûnê û alîgirên rejîma tekperest de mîna referandûmekê pêk were. Beriya her tiştî vê yekê bibêjim; em ti feraseteke siyasî qebûl nakin ên ku berxwedêriya guhertina demokratîk a li nava civakê dişikîne, talan dike yan jî napejirîne. Li dijî ferasetên bi vî rengî em têkoşîna xwe ya demokratîk heta dawiyê dewam dikin."

Pervîn Bûldan diyar ikr ku di sedsala duyemîn a komarê de, di her şert û mercî de wê îradeya gel di ser her tiştî re bihêlin û got, "Ji bo paşerojeke demokratîk, wekhev û hevpar em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

'YEKANE RÊ GUHERTINA DESTHILATDARIYA ERDOGAN E'

Pervîn Bûldan diyar kir ku rejîma sosret a ku Erdogan û hevalbendên wî ava kiriye, sedema bingehîn a pirsgirêkên heyî yên civakî ye û got, "Di hilbijartinên 28'ê Gulanê de wê dengdan li ser wê yekê bê dayin ku ev rejîma sosret dewam bike yan na. Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de bi xurtî xwedî li guhertina demokratîk û daxwaza aramiyê derket û vê yekê di dengdanê de xwe nîşan da. Bi milyonan dengên ku li dijî sîstemê bûn yek, ji bo azadî, demokrasî, aramiyê bûn. Armanc avakirina rejîmeke adîl, azad û demokratîk a dûrî cihêkariyê ye.

Em careke din destnîşan dikin ku rejîma Erdogan nikare bersivê bide van daxwaz û bendewariyan. Erdogan û rejîma wî di dema bê de jî wê li pêşiya pêkhatina vand axwazan astengiya herî mezin be. Ji ber vê yekê Erdogan ti carî rêyek nîne, yekane rê ew e ku desthilatdariya ew temsîla wê dike bê guhertin. Lewma em dibêjin; ji bo me ya herî girîng ew e ku daxwaz û bendewariyên li ser demokrasî, hiqûq, edalet, wekhevî û azadiyê yên gelê Kurd û civaka Tirkiyeyê bê nîşandan. Em hêviyê mezin dikin ku di 28'ê Gulanê de bi milyonan kesî karin guhertin û serketina dîrokî pêk bînin. Em ji vê bawer dikin, hûn jî jê bawer bikin. Bêkêmasî em ê dengê xwe bidin û bi hev re rejîma yek şexsî biguherînin. Daxwaza guhertinê ya bi milyonan kesî ji bo me çavkaniya herî mezin a guhertinê ye. Em ê bi biryardarî têkoşîna xwe dewam bikin. Em ê teqez bi ser bikevin."

AKIN: EM Ê VÎ KARÎ TEMAM BIKIN

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin destnîşan kir ku daxwaza guhertinê wê neyê astnegkirin û got, "Karê ku di 14'ê Gulanê de nîvco ma, em ê di 28'ê Gulanê de temam bikin. Di 14'ê Gulanê de me sekinand, em ê 28'ê Gulanê biguherînin. Encamên 28'ê Gulanê wê ji bo me û tevahiya gelên Tirkiyeyê girîng bin. Li hemberî her cûre astengiyan di 28'ê Gulanê de em ê biçin dengdanê û vê rejîma zordar û dijminê Kurdan û jinan biguherînin. Em careke din bang li gelên xwe dikin. Em li vir in û di mijara guhertinê de bi biryar in. Li gorî karên me yên 14'ê Gulanê di nava civakê de motîvasyoneke xurt, daxwazeke xurt heye. Rejîma qesrê wê ti carî nikaribe vê asteng bike."

ÛÇAR: EM Ê DENGÊ XWE JI BO GUHERTINÊ BI KAR BÎNIN

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar anîz iman ku di tûra duyemîn de wê dengê xwe ji bo guhertinê bi kar bînin û got, "Bi hilbijartinê re em ê vê sîstema fîrewn, rejîma yek şexsî, rejîma dijminê jinê têk bibin." Ûçar bi dewamî got, "Ev hilbijartin ne hilbijartina Erdogan û Kiliçdaroglû ye. Hilbijartina me ye. Dengê me wê careke din ji bo demokrasî û guherînê be. Hilbijartinên 14'ê Gulanê veguherî hêviyeke cidî. Ev hêvî wê di 28'ê Gulanê de bi ser bikeve."

SANCAR: EM BI HEV RE BIGUHERÎNIN

Herî dawî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sancar axivî û bal kişand ser metna hevpar û got, "Tiştekî ku li vê bê zêdekirin nîne. Hilbijartinê 28'ê Gulanê mîna referandûmê ye." Sancar diyar kir ku tercîha wan wê li aliyê daxwaza guherîna demokratîk a gelan be û got, "Banga me li gelê me ye yên ku di tûra destpêkê de dengê xwe bi kar neanîn. Bila dengê xwe bi kar bînin, bi îradeya xwe em rejîma qesrê biguherînin, bi îradeya xwe xwedî li sindoqên dengdanê derkevin. Em ji vê bawer bikin û bi hev re biguherînin."