Yekîtiya Kurdistanê plansaziya çalakiyan a Lozanê eşkere kir

Yekîtiya Kurdistanê di roja hevdîtinên Lozanê de hatin ba hev û bi boneya salvegera 100’emîn çalakiyên ku wê salekê bidomin bi daxuyaniyeke çapemeniyê dan destpêkirin.

Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kiribû 4 parçe, dikeve sala xwe ya 100’emîn. Li hemberî  Peymana Lozanê Yekîtiya Kurdistanî ku ji 52 partî û saziyan pêk tê, li Meydana Place de Rîpponne ku avahiya peyman lê hat îmzekirin, bi daxuyaniyeke çapemeniyê plansaziya xwe ya çalakiyê eşkere kirin. Parlamenterên Federal ên Swîsreyê jî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Ahmet Karamûs axivî, beşdarvan silav kir û diyar kir ku ew ê peymanek a ku Kurd ne di nav de, qebûl nekin. Karamûs anî ziman ku beriya sedsalan li vê avahiyê kom bûn û derbarê Kurdistanê de biryar dan û got: “Bêyî nûnerên Kurdan, ev biryar dan. Em ê vê peymanê qebûl nekin. Cîhanê bê mafî li gelê Kurd kiriye. Ev bê mafî, divê di vê sedsalê de bi dawî bibe. Em weke saziyên Kurdistanê ji vir bang dikin. Bila ev bê mafî bi dawî bibe. Ev xwesteka gelê Kurd e. Êrîşên dewleta Tirk dewam dikin. Kesên li dijî van êrîşan bê deng, hevkarê van êrîşan e.”

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar jî diyar kir ku ew peymana navborî qebûl nakin û got: “Divê konferanseke nû bê lidarxistin û neheqiya sed sal berê hatiye kirin, divê ji holê bê rakirin. Piştî sed salan hê jî Kurd tên qetilkirin. Divê em vê peymanê hilweşînin.“

ALÎ: DIVÊ KURD BIBIN YEK

Soran Ehmed Alî jî wiha got: “Di sedsala 21‘emîn de hê jî Kurd bi çekên kîmyayî tên qetilkirin. Ji ber Peymana Lozanê bi sed hezaran şehîd hatin dayîn. Ziman mafê her gelî ye. Divê Kurd li dijî van hemû êrîşan bibin yek. Divê Kurd li dijî Peymana Lozanê bibin yek.“

RÎELLE: DIVÊ DAWÎ LI BÊMAFIYÊ BÊ

Parlamentera Parlamentoya Federal a Partiya Çepgir a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle jî anî ziman ku sosyalîstên Swîsreyî dixwazin piştevaniya xwe ya bi gelê Kurd re nîşa bidin û got ku divê bêmafiyên li Kurdan tên kirin, êdî bi dawî bibin.

KOÇ: LOZAN HATIYE BÊWATEKIRIN

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç axivî û wiha got: “Silav li kesên ku îro li dijî êrîşên dewleta dagirker li ber xwe didin û Lozanê pûç dikin, be. Di çavê gelê Kurd de, ev peyman hatiye pûçkirin. Gelê Kurd û saziyên wê, li her çar parçeyan hatin ba hev û nîşan dan ku Lozan bê wate ye.”

MAHAÎM: EV XIYANET NAYÊ QEBÛLKIRIN

Parlamenterê Parlamentoya Federal a Partiya Keskan Raphael Mahaîm jî ev tişt gotin: “Xiyaneta ku li netewan hatî kirin, nayê qebûlkirin. Dema ku cîhan hewcedarî Kurdan bû, piştgiriya wan kir. Niha Kurd tên bombebarankirin û cîhan bê deng e. Ev xiyanet nayê qebûlkirin. Em ê bi gelê Kurd û PKK’ê re di nava piştevaniyê de bin.”

Parlamentera Parlamentoya Federal Stefanîe Prezîoso Batoû, Nûnerê Ewropa yê Goran Bzhwen Ahmad, li ser navê Platforma Olên Mezopotamya Demîr Çelîk, Endamê Meclîsa Şaredariya Keskan a Lozanê û Endamê Komîteya Sala 100’emîn a Peymana Lozanê Îlîas Panchard, parlamenterê Kantona Lozanê û Endama Komîteya Sala 100’emîn a Peymana Lozanê Celîne Mîsîego, Nûnerê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Sabrî Eryîgît, nûnerê PYD’ê Abes Omare, Wezîrê PSR/IPPNW a Swîsreyê, Berdevkê Înîsiyatîfa Azadî Ji bo Ocalan a Swîsreyê Dr. Peppe Savary-Borîolo û li ser navê Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin.

Piştre daxuyaniya hevpar a li ser navê saziyan hat amadekirin, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku beriya 100 salan bi peymana ku li ser navê gelê Kurd biryar hatî dayîn, Kurdistan di nava Tirkiye, Irak, Îran û Sûriyeyê de hat parvekirin û gelê Kurd ev sal in rû bi rûyê encamên nerênî yên vê peymanê ne.

KOMÎTEYA KU JI 52 SAZIYÊN KURDISTANÎ PÊK TÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi boneya sala 100’emîn a Peymana Lozanê komîteyek hatiye avakirin û hat ragihandin ku vê komîteyê qasî salekê gelek çalakî û merasîm li dar xistin. Daxuyanî wiha dewam kir:

“Em ê di sala pêşiya xwe de, bi merasîman daxwazên gelê Kurdistanê û dostên wê li hemû cîhanê biqêrin. Em ê texrîbatên ku vê peymanê ev sedsal in li herêmê çêkirî jî di çarçoveya vê bernameyê de, nîşanî hemû cîhanê bidin. Lewma di serî de dewletên ku îmzeya wan lê heye, em bang li NY’ê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku ji nû ve vê peymanê li ber çav re derbas bikin û dawî li encamên wê yên nerênî bînin.”

Hat zanîn ku ev xebat wê ji aliyê 52 partî û saziyên Kurdistanî yên li Ewropayê (Kurd, Asûrî, Ermenî, Êzidî, Elewî, Yarsan, Misilman, Xirîstiyan, Jin û Ciwan) û komîteyek berfireh ve ya ku ji endamê encumenê şaredariya 4 partiyên siyasî yên li Şaredariya Lozanê, akademîseyên Swîsreyî û parlamenterên federal pêk tê, wê bê rêvebirin û bernameya sala 100’emîn wiha ye:

BERNAMEYA SALA 100’EMÎN A PEYMANA LOZANÊ

1 - Wê di 21’ê Adara 2023’an de Resepsiyona Newroz bi şaredariya Lozanê re, li Parlamentoya Kantonê bên organîzekirin.

2 – Panelan

Wê li avahiya ku Peymana Lozanê lê hatî îmzekirin, 4 panel bên lidarxistin.

-Panel, 14’ê Nîsan: Di Peymana Lozanê de Meyzandina Dîrokî

-Panel, 21’ê Nîsan: Qirkirina Jinan a Lozanê, Jineolojî

-Panel, 5’ê Gulan: Lozan di roja îro de çawa tê pêkanîn

-Panel, 26’ê Gulan: Çareserî û rêya derketinê ya ji bo pêşerojê

3 Merasîmên çandî

24’ê Nîsan-21’ê Gulanê li Salona Pêşangehê ya Şaredariyê

Dîmen

Resim

Wêne

Peykerên ku derketin çapemeniyê jî

Kronolojiya Dîrokî

Merasîmên çandî yên ku wê heta dawiya meha Tîrmehê bên kirin

Pêşangeh, şano, konserên kolanan û merasîmên çandî yên cuda wê bên kirin. Her wiha rayedarên muzeya Lozanê, sînemaya Lozanê û şanoya Lozanê ji bo ku di çarçoveya merasîman de, bibin hemfikir hevdîtin tên kirin.

-Mihrîcana Çandî; Mihrîcana Çandî ya 14-15-16’ê Tîrmehê û weke encam wê merasîmên çandî bi konserekê bên bi dawîkirin.

4.Forûm

Wê di meha Hezîranê de di formata Trîbûnal de, formatek a ku encamên nerênî yên ku Peymana Lozanê li Kurdistanê, Ermenistan û Rojhilata Navîn bûye sedem, digire rojeva xwe, bê lidarxistin.

5.Di 22’ê Tîrmehê de wê bi tevlêbûna hemû pêkhateyan, meşek navendî bê lidarxistin. Di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de, 100 hezar Kurdistanî ber bi Lozanê ve bimeşin.

6.Konferansa Kurdistanê: Di 22-23’ê Tîrmehê wê di salonek 500 kesî de, bi tevlêbûna hemû saziyên Kurdistanî, partî û rewşenbîran konferansek bê lidarxistin.

7.Encamnameya konferans û forûmê wê di 24’ê Tîrmehê de li ber avahiya ku peyman lê hatî îmzekirin, bi daxuyeniyekî bi raya giştî re bê parvekirin.

Xebatên Enformasyonê yên ji bo Lozanê

-Malpera Webê Lozan 2023

-Broşura 100’emîn a Lozanê

-10-15 akademîsyen wê pirtûkek Îngilizî amade bikin

-Dokumantasyona Lozanê


          [album=18032]