Xebatkarên rêyên hesinî yên Fransayê dikevin grevê
Li dijî şert û mercên kar ên li Fransayê û guhertina ku hikumeta Fransayê dixwaze di qanûna teqawîtiyê de bike sibe bi hezaran xebatkarên rêyên hesinî dikevin grevê.
Li dijî şert û mercên kar ên li Fransayê û guhertina ku hikumeta Fransayê dixwaze di qanûna teqawîtiyê de bike sibe bi hezaran xebatkarên rêyên hesinî dikevin grevê.
Di kargeha rêyên hesinî ya paytext Parîsê û herêma Ile-de-France sibe bi hezaran kedkar dikevin grevê. Bi banga sendîkayên UNSA, CGT, FO, CFE-CGC û SUD pêk tê û tê payin ku bandorê li gelek seferên li herêmê bike.
Xebatkarên rêyên hesinî ji şert û mercên giran ên kar gazinan dikin û li dij derdikevin ku mafên wan ji destê wan tên wergirtin. Li şîrketa RATP a li Parîsê û derdora wê derdora 60 hezar kes dixebitin.