Xebatkarên rêyên hesinî yên Elman ji bo 3 rojan ketin grevê

Sendîkaya ajokarên trenê yên Elmanyayê, ji bo giraniyê bide ser danûstandinên mûçeyan ên bi saziya rêyên hesinî Deutsche Bahn re dike, di asta neteweyî de ji bo sê rojan grev ragihand.

Serokê Sendîkaya Ajokarên Trenê (GDL) Claus Weselsky di civîna çapemeniyê ragihand ku ew li bendê ne ji Çarşemê heta Înê "çalakiyeke giştî ya sendîkayî" bê lidarxistin.

Tê payin ku tevlîbûna li grevê zêde be. Biryara grevê ji aliyê ji sedî 95 ê 37 hezar endamên sendîkayê ve hate qebûlkirin.

Deutsche Bahnê ji bo pevajoya ji Çileya 2022 û pê ve bi rêjeya ji sedî 1.5 û ji Adara 2023'an û pê ve jî ji sedî 1.7 zêdekirina mûçeyê pêşniyar kir. Sendîkayê jî ragihand ku ev yek "gelekî lawaz" e û dixwaze ji sala 2021'ê û pê ve ji sedî 1.4 mûçe bê zêdekirin û 600 Euro bê dayin. Ji sala 2022'an û pê ve jî 1.8 ji sedî yê mûçeyan bê zêdekirin.