Wekîlê çepgir ê Fransayî ji bo HDP'ê bang li hikumetê kir

Parlamenterê çepgir ê Fransayî Eric Coquerel, ji bo di mijara HDP'ê de zext li Tirkiyeyê bê kirin pêşnûme pirsek pêşkêşî Wezareta Karên Derve ya Fransayê kir.

Yek ji endamên heyeta ji bo şopandina Doza Kobanê çû Enqereyê, wekîlê partiya Fransa ya Serî Natewîne (France Insoumise) Eric Coquerel got, "Di vê dozê de ku ji aliyê Serokkomarê Tirk ve tê birêvebirin, min gelek mafên mirovan ên giran ên li dijî pîvanên demokratîk û mafê parastinê tespît kir."

Coquerel diyar kir ku ev doz 'siyasî' ye û bi bîr xist ku 'Piştgiriya ji bo şervanên Kurd ên li Kobanê ku li dijî DAÎŞ'ê hevalbendên Fransayê ne' weke hincet ji bo dozê hatiye nîşandan.

Coquerel got, "Piştre wê dozeke duyemîn dest pê bike ji bo HDP bê girtin."

Coquerel bang li wezîr Jean-Yves Le Drian kir û got, "Hûn jî weke min zanin ku li qada navneteweyî encameke dengê Fransayê heye. Ev deng berpirsyariyê dide me. Lewma pêşniyarê li we dikim ku ji bo nirxandina vê pirsgirêka lezgîn û bersiva Fransayê ya li hemberî vê yekê biaxive bi me re hevdîtinê bike."