Unione Popolare ji bo piştgiriya bi PKK'ê re peyamek weşand

Meclîsa Neteweyî ya Unione Popolare ya li Romayê bi peyama ji bo piştgiriya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd û PKK'ê re bi dawî bû.

Di peyamê de, ku ji aliyê Koordînasyona Neteweyî ya Unione Popolare hate weşadin, işaret bi navê PKK'ê ya li 'lîsteya terorê' hate kirin û hate gotin, ev yek ji bo hikumetên Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê cihê şermê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Unione Popolare hevkariya sûc a NATO, Yekîtiya Ewropa û hikumetên Ewropayê ya bi rejîma Erdogan re şermezar dike, ku ev rejîm bi hefteyan e bombeyan li Rojava dibarîne û li dijî berxwedana Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne.

Em dixwazin ku PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin û mafê penaberiyê yê Kurdan ên li welatên Yekîtiya Ewropayê bêne misogerkirin."