Unidas Podemos li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker pêşnûmepirs pêşkêş kir
Unidas Podemos li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûmepirsek pêşkêşî Kongreya Spanyayê kir.
Unidas Podemos li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûmepirsek pêşkêşî Kongreya Spanyayê kir.
Unidas Podemos (En Comú Podem-Galicia En Común) têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşnûmepirsek pêşkêşî Kongreya Spanyayê kir.
Hewldana parlamenterên Unidas Podemos ên Koma Parlamenta Konfederal Antón Gómez û Reino Varela ji aliyê Senator Enrique Santiago, Parlamenter Gerardo Pisarello, Lucía Muñoz Dalda ve hate îmzekirin û li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke pêşnûmepirsekê pêşkêşî Maseya Kongreya Spanyayê hate kirin.
Di pêşnûmepirsê de bersiva van pirsan hate xwestin:
- Li ser bombardûmana artêşa Tirk a li hin bajarên Kurdan ên li Sûriye û bakurê Iraqê, Wezareta Karên Derve nirxandineke çawa dike?
- Têkildarî vê bûyerê agahiyên bi çi rengî li ber destê wezaretê hene?
- Têkildarî vê bûyerê ku tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan, daxuyaniya şermezarkirinê hate dayin, yan jî wê bê dayin?
- Wezareta Karên Derve ji bo rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, ku binpêkirina hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan e, wê li Yekîtiya Ewropa û civaka navneteweyî bikeve nava hewldaneke çawa?
- Wezaret difikire ku ji bo Tirkiyeyê neçar bihêle ji bo li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigere tedbîrên aborî, siyasî, dîplomatîk an jî hiqûqê werbigire?