TJK-F û FED-GEL: 25'ê Hezîranê li Dusseldorfê bin

TJK-F û FED-GEL'ê ji bo meş û mîtînga 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê li her kesî kir.

25'ê Hezîranê Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe wê berê xwe bidin bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê. Di xwepêşandana bi pêşengiya Defend Kurdistan de wê êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk bêne şermezarkirin.

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) ku li eyaletên Bayern û Baden Wurttemberg ên Elmanyayê bi rêxistin e û Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F) daxuyaniyek dan û ji bo 25'ê Hezîranê bang li her kesî kir ku berê xwe bidin Dusseldorfê.

TJK-F: EM SEFERBER BIBIN

Di daxuyaniya TJK-F'ê de banga xwedîderketina li berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hate kirin û hate ragihandin ku divê jin xwedî li çalakiya Dusseldorfê derkevin ku ji bo parastina Kurdistanê tê lidarxistin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin ên Kurdistanî, gelê me divê ji bo meşa dîrokî ya 25'ê Hezîranê ya li Dusseldorfê seferber bibin û biherikin Dusseldorfê. Daxwaza ji bo bidawîkirina komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, daxwaza ji bo bidawîkirina talankirina xwezayê careke din bînin ser ziman."

Jin ên endamên TJK-F'ê jî destnîşan kirin ku çalakiya li Dusseldorfê di heman demê de ragihandina îradeya Kurdistaniyên li Ewropayê ya ji bo parastina Kurdistanê ye û ji bo tevlîbûna li çalakiya Dusseldorfê bang kirin.

FED-GEL: EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN

FED-GEL'ê jî ev bang kir:

"Ji 17'ê Nîsanê û vir ve li Zap, Metîna û Avaşînê êrişên qirkirinê û dagirkeriyê dewam dikin. Di heman demê de bi berxwedana dîrokî ya hêzên gerîla re artêşa Tirk a faşîst derbên giran dixwe. Lewma jî giraniyê dide ser bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Dewleta Tirk a faşîst li gel hevkariya nokerên Kurd jî li Başûrê Kurdistanê xitimî ye û hewl dide windahiyên xwe yên di şer de veşêre.

Dewleta Tirk vî şerê ku winda kiriye dixwaze derbasî eniyeke cuda bike û dest bi qetilkirina mirovên sivîl kiriye. NATO ku veguheriye rêxistineke li dijî Kurdan rûyê xwe yê qirêj di vir de jî careke din nîşan daye û bêyî li ber xwe bikeve pêşî li şerekî dewleta Tirk ê li dijî Rojava vekiriye. Ji bo ev polîtîkayên qirêj û li derveyî mirovahiyê yên dewletên NATO'yê li pêşiya raya giştî bêne teşhîrkirin, ji bo pêşî li êriş û şerê dagirkeriyê bê girtin dem ew dem e ku mirovên bi hestiyar li her devera cîhanê dengê xwe bilind bikin.

Ji bo pêşîgirtina li êrişên qirker ên dewleta Tirk a faşîst em bang li gelê xwe, dostên xwe û her kesên dijberê şer dikin ku 25'ê Hezîranê Şemiyê li Dusseldorfê beşdarî meşa 'Kurdistanê biparêze' bibin."