Têkoşeriya ji Kopê heta Xakurkê: Helgûrt Siyabend

Helgûrt Siyabend ku têkoşîna xwe ya li Kopê dest pê kir li Xakurkê bi şehadetê tacîdar kir, digot; gerîlabûyîn şerê jinûve afirandina xwe ye, rêya jinûve avakirina jiyanê ya li Kurdistanê ye.

Gerîla Helgûrt Siyabend ku piştî dest gerîlatiyê kir, her kêliya jiyana xwe bi hêrsa li dijî dijmin dagir, di her gavê de ji bo profesyonelbûna di gerîlatiyê de hewl da, newestiya, bêzar nebû û ya herî girîng jî hezkirina xwe kêm nekir.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Şoreşa Kurdistanê weke şoreşa afirandina hezkirinê û gihandina mirovan a li cewhera xwe ya rastiyê pênase dike. Li gel vê yekê hevrêtiya li nava PKK'ê, şertê şoreşa afirandina hezkirinê ye. Ji ber vê yekê şehîdên şoreşê di asta herî bilind de têkiliya navbera hezkirin û azadiyê têgihiştin, di vê oxirê de li nava jiyanê bûn hevrê, di şer de jî bûn fedayî.

Kurdistanê navê têkoşîna di oxira azadiyê de ye. Ev cografya ku gelek leheng ihand, warê lehengan e. Ewladên leheng ên gelê Kurd ji bo azadiya vê cografyayê xwe bi eşqeke mezin feda kirin. Pênaseya eşqê bi jiyana van lehengan gihîşt wateya xwe ya rasteqîn. Her yek ji wan bû parçeyek ji welêt.

Gelek lehengan dan pey vê rastiyê. Yek ji wan jî şehîd Helgûrt Siyabend (Fesîh Karakaya) bû.

DI NAVA GERMAHIYA TÊKOŞÎNÊ DE MEZIN BÛ

Helgûrt sala 1991'ê li gundê Gebola yê navçeya Kopê ya Mûşê ji dayik bû. Mûş yek ji wan deveran bû ku dewletê giranî dida ser, di heman demê de Tevgera Azadiyê ya Kurd jî xwe gihandibû girseyên berfireh. Li aliyekî zextên giran ên dijmin hebûn û ji bo gel ji PKK'ê qut bike serî li her rê û rêbazê dida, li aliyê din jî bi bandora gerîla serhildanan rû didan. Helgûrt di nava rewşeke bi vî rengî de mezin bû. Her ku mezin bû têkoşîna gerîla jî mezin bû.

KARÊN CIWANAN ÊN DEMA XWENDINA ZANÎNGEHÊ

Salên xwedina zanîngehê ji bo wî diyarker bûn. Kiryarên dijmin ên li ser gelê Kurd hîn bêhtir lêkolîn kir. Bi fêhmkirinê re kîn û hêrsa wî jî zêde bû. Vê demê bi rengekî çalak tevlî karên ciwanan bû û hewl da berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di nav xwendekaran de gelekî çalak bû û dawiyê tevlî nava refên gerîla bû.

DI NAVA GERÎLA DE XWE JINÛVE AVA KIR

Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû di her kêliyê de bi hêrseke mezin a li dijî dijmin xwe bi pêş ve bir. Wateya jiyana gerîla ya ji bo xwe bi vî rengî pênase dikir: "Jiyaneke xwe dispêre parvekirinê û azadiyê. Sîstem çanda me, nasnameya me, zimanê me, jiyana me dirizîne. Dema ku mirov bi çavê gerîlatiyê lê binere, em şerê jinûve hebûnê dimeşînin. Gerîlatî yekane rêya jinûve avakirina jiyanê ye ku hewl tê dayin li Kurdistanê bê tunekirin."

RANEWESTIYA, HEZKIRINA XWE KÊM NEKIR

Ji ber vê yekê gelekî bi xwezayê ve dilsoz bû. Hay jê hebû ku ji bo serxistina vê yekê divê hezkirin bihata şînkirin û mezinkirin. Di her gavê de ji bo xwe ji aliyê gerîlatiyê ve profesyonel bike hewl dida. Newestiya, bêzar nebû û ya herî girîng jî hezkirina xwe kêm nekir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Ji ber vê yekê jî wezîfeyên xwe hemû bi dîsîplîneke mezin û biryardariyê bi cih anî. Ji ber ku zanî bû jiyan bi hezkirin û kedê tê avakirin.

Herî dawî li herêma Xakurkê wezîfe dikir. Li qada Ermûşê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevî du hevrêyên xwe tevlî karwanê şehîdan bû. Mîrateyeke bêhempa bi jiyana xwe re ji hevrêyên xwe re hişt.