Tecrîda li Îmraliyê dikeve rojeva meclîsa federal a Elman

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikeve rojeva meclîsa federal a Elman. Wekîla Partiya Çep Brandt, pirsa "Hûn ê CPT bixin nava liv û tevgerê ji bo biçe Îmraliyê?" li hikumeta Merkel kir.

Li pêşberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, balkêş e ku dewletên Ewropayê bi taybetî hikumeta federal a Elman a bi lîderiya Angela Merkel bêdeng in. Partiya Çep ji bo helwesta hikumetê ya li ser Îmraliyê hîn bibe, mijarê dixe rojeva meclîsa federal a Elman.

Parlamentera Partiya Çep Mîchel Brandt, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û ji hikumeta federal pirsî bê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) wê serdana Ocalan û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ji 7'ê Mijdara 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye, bike yan na.

Li gorî agahiyên ku ANF'ê ji çavkaniyên nêzî Partiya Çep bi dest xist, pirsên ku endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Federal Brandt wiha ne:

"Li ser rewşa tendurisitya Abdullah Ocalan ê li girava Îmraliyê girtî ye, ti agahî bi hikumeta federal re heye? Hikumeta federal wê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê bixe nava tevgerê ji bo dîtina Ocalan û parlamenter Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye?"

Tê payin, di rûniştina Çarşemê ya Meclîsa Federal de, rayedarekî hikumeta federal bersivê bide pirsên wekîla Partiya Çep Brandt. Tê texmînkirin, Wezareta Karên Derve ya jî Wezareta Edaletê bersivê bidin pirsê ji ber ku mûxatabê mijarê ew in.