Siyasetmedarên Ewropî nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP’ê da

Siyasetmedarên Ewropî yên nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP’ê da gotin: “Ji bo demokrasiya Tirkiyeyê saetên herî tarî destpê kirin.”

Parlementerê Parlementoya Ewropa û Raportorê Tirkiye Nacho S. Amor, Koma Çep û Pêşverûyên Navneteweyî û Parlementerê Pêşverûyên Navneteweyî Davîd Adler, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP’ê da.

Endamê Koma Demokratên Sosyalîst a PE’yê û Raportorê Tirkiye Nacho S. Amor: Darbeyeke din a lênevegera demokrasî û pirrengiyê ve gav tê avêtin. Rayedarên Tirk, bi qedexekirina HDP’ê gelo di wê baweriyê de ye ku rojeveke wê ya baş a têkildarî Ewropayê bimîne?

Koma Çep a Parlementoya Ewropa: Ji bo demokrasiya Tirkiye rojeke reş. Divê Yekîtiya Ewropa li ber vê zextê baxive..

Pêşverûyên Navneteweyî- Progressive International:  Ji bo demokrasiya Tirkiye saetên herî tarî destpê dike.

Ji Pêşverûyên Navneteweyî Davîd Adler: Rejîma Erdogan ji bo heta dawî HDP’ê ji holê rake, ji bo parastina hiqûqî 60 roj mane. Ev rewşeke lezgîn e.

Steve Sweeney: Êrîşa li ser HDP’ê darbeyeke li dijî demokrasiyê û vîna siyasî ya bi milyonan kesên destek dide yê ye. Hê zêdetir em ê bêdeng nemînin. Êrîşa li ser HDP’ê hatiye kirin, ji Şerê Cîhanê û vir ve êrîşa herî mezin a li dijî partiyeke siyasî ya qanûn têkirin, temsîl dike.