Seyîd Riza li Berlînê hat bibîranîn

Li Berlîna paytexta Elmanyayê, di salvegera bidarvekirina Seyîd Riza de bernameya bibîranînê hat lidarxistin.

Bi banga Meclîsa Jinan a Dest Dan, Nav Berlîn û Kongreya Avakirina Dersimê ya Berlînê, Kurdistanî li ber Balyozxaneya Tirk hatin ba hev û Pîr Seyîd Riza bi bîr anîn û dewleta Tirk protesto kirin.

Bibîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Ewilî Nûnera Kongreya Avakirina Dersimê ya Berlînê Mehtap Erol axivî û got: “Qetlîama Dersimê, bi fermana Ataturk û destê dewleta Tirk hat kirin. Ev polîtîkayên qirkirinê hêj jî berdewam in. Em qetlîamên berpêyî Kurdan şermezar dikin. Bi jidestdayîna jiyana xwe ya Bego (Bedrî) Polat ê şahidê dawîn ê Qetlîama Dersimê em xemgîn in, bila serê malbatê sax be.“

Siyasetmedar Hakan Taş jî axavtinek kir û diyar kir ku faşîzma Erdogan-AKP’ê li her dera Kurdistanê li dijî Kurdan berdewam e û wiha pê de çû: “Hikûmeta koalîsyona a nû ya Elmanyayê jî wek hikûmetên berê li piştgiriya leşkerî û aborî dewam dike. Tirkiye li gor peymanên navneteweyî yên têkildarê çekên kîmyewî ku îmze kirine, tevnagere.“

Bakî Selçûk ê li ser navê Aveg-Kon’ê ev tişt gotin: “Hişmendiya li Pirsûs, Enqere û gelek derên din qetlîam kirin, dawiya hefteyê jî li Stenbolê kir. Ev hişmendî bi qetlîama dawîn planê êrîşkirina Rojava dike. Bila vê baş bibînin ku bi polîtîkayên qirêj li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurd nikarin bigihîjin encamê.“

Parlamenterê Eyaleta Dîe Lînkeyê Ferhat Koçak got ku divê hişmendiya Qetlîama Dersimê kiriye, di qada navneteweyî de bê mehkûmkirin û Qetlîama Dersimê bê naskirin.

Meresim, bi lorandinê qediya.