Seroka Îskoçyayê ji bo dengdaneke nû a serxwebûnê dest bi kampanyayê kir

Wezîra Yekemîn a Îskoçyayê û Seroka Partiya Neteweyî ya Îskoçyayê Nicola Sturgeon diyar kir ku wê aboriya wan bêyî Qraltiya Yekbûyî baştir bibe û ji bo referandûma duduyan a serxwebûnê dest bi kampanyayê kir.

Seroka Partiya Navneteweyî ya Îskoçyayê Sturgeona a ji hikûmeta dewrkirina erkê re jî serokatî kir, got ku divê careke din Îskoçya li veqetîna ji Qraltiya Yekbûyî bifikire.

Îskoçya di referandûma sala 2014‘an de ji sedî 55 ji veqetînê ji Qraltiya Yekbûyî re got na.

Sturgeon got ku ew beriya dawiya sala 2023‘yan daxwaza dengdaneke nuh a serxwebûnê dike. Hikûmeta Borîs Johnson a li ber referandûmeke nû û got ku pirsgirêk sala 2014’an çareser bûye divê bibêje erê.

Lê bi ya Sturgeon rewş ne wek berê ye. Lewre pirê gelê Îskoçyayê li dijî veqetîna Îngilistanê ji Yekîtiya Ewropayê bû.

Sturgeon di roportaja xwe ya bi BBC’yê re de wiha got: ‘’Me di sala 2014’an de bi her tiştê rêya Qraltiya Yekbûyî ku dide ser bizaniya min tu şik jê nîn e ku wê Îskoçyayê ji serxwebûnê re bigota erê.’’

Sturgeon ji bo dengdana roja Sêşemiyê anî ziman parlamentoya Îskoçyayê xwedî erkeke demokratîk a bêminaqeşe ye û bang li hikûmetê kir ku fermaneke yasayî ya hikûmeta Johnson ji referandûmê re bibêje erê, bide û pêşniyara hevdîtinê li Johnson kir.

Lê ofîsa Johnson pêşniyar red kir.

Berdevkê/a fermî yê/a Johnson, got: “Helwesta hikûmeta Qraltiya Yekbûyî ya niha li ser referandûmeke din biaxive nîn e.“