Sarya Diyar û rêhevalên wê li Swîsreyê hatin bîranîn

Sarya Diyar (Bîşeng Hezer) a ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Girê Şehîd Mûnzûr a qada Mamreşo ya Avaşînê 10 rojan li ber xwe da û piştre şehîd bû, li Lûzernê hate bîranîn.

Sarya Diyar (Bîşeng Hezer) û 6 gerîlayên bi wê re yên ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Girê Şehîd Mûnzûr a qada Mamreşo ya Avaşînê 10 rojan li ber xwe dabûn û piştre şehîd bûbûn, li NCDK'ê ya bajarê Luzernê ya Swîsreyê hatin bîranîn.

Malbat û xizmên Sarya Diyar û gelek Kurd tevlî bîranînê bûn. Di şexsê Sarya Diyar û 6 rêhevalên wê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê rêz hate girtin.

Li ser navê KOMAW’ê axaftin hate kirin û sînevîzyon hate nîşandan. Di sînevîzyonê de Sarya Hezer qala tevlêbûna têkoşînê û jiyana xwe ya têkoşînê dikir.

Li ser navê malbatê Huseyîn Hezer axivî û diyar kir ku Sarya wekî birayê xwe Abdullah Hezer (Diyar Gafûr) ê ku di sala 2010’an de di êrîşa polîsên Tirk de şehîd bûbû, rêya têkoşînê bijart. Hezer got “Em ê girêdayî têkoşîna şehîdên xwe bin û em ê alaya berxwedanê ya ku wan teslîmî mekiriye jî bilindtir bikin. Vê emaneta şehîdên me, ji bo me rûmet e.”