S&D: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî nayê qebûlkirin

S&D’yê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, pêşnûme da Parlamentoya Ewropayê.

Li seranserî cîhanê bertekên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker berdewam dikin. Koma Tifaqa Pêşverû yên Sosyalîst û Demokrat (S&D) a li Parlamentoya Ewropayê (AP) a Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES), bertek nîşanî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk da.

S&D’yê ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, pêşnûme da Parlamentoya Ewropayê. S&D‘yê diyar kir ku pêşnûme ji aliyê Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola ve hat qebûlkirin û got: “Birêz Metsola daxwaza me ya şermezarkirina êrşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdistanê, qebûl kir.”

S&D’yê destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê, binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û got: “Binpêkirina hiqûqa navneteweyî, nayê qebûlkirin. Em dilsoziya xwe ya bi gelên Kurd û Tirk re yên ku mexdûrê hewldanên dawî ne, nîşa didin.”