DEM Partî hevdîtinên xwe yên li Konseya Ewropayê didomîne

Şandeya DEM Partiyê îro li KE'yê ji du milan ve nîqaşên xwe berdewam kir. Şandeyê got ku divê KE’yê têkildarî tecrîda li Îmraliyê mîsyoneke bibandor pêk bîne. Rayedarên Konseyê jî bi gotina "Saziya têkildar CPT ye" berpirsyariya xwe ji nedîtî ve hat.

LI KONSEYA EWROPAYÊ HEVDÎTINÊN ÎMRALIYÊ

Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ozgur Faîk Erol, biraziyê Abdullah Ocalan, parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Sevîlay Çelenk û nûnerê DEM Partiyê yê Konseya Ewropayê (KE) Faîk Yagizay li Strasbûrgê ji du milan ve xebat meşandin.

TÊKILIYÊN DEM PARTIYÊ Û PARÊZERAN LI KE’YÊ DIDOME

Parêzer Ozgur Faîk Erol û parlamenter Omer Ocalan ku roja Çarşemê bi Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê CPT’yê re hevdîtin pêk anîn, îro bi Berpirsyarê Mafên Mirovan û Karên Hiqûqî yê Meclîsa Parlamenteran a KE’yê Gunter Schirmer re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de fikarên li ser tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vegotin û pêvajoya ku 3 sal in agahî nayê wergirtin hat ragihandin.

Di hevdîtinê de careke din hate gotin ku dewleta Tirk biryarên Mafên Mirovan ên Ewropa û Konseya Ewropayê bi cih neaniye, bi bîr xistin ku divê Konseyê di vê nuqteyê de mîsyoneke astengkirinê pêk bîne.

Şandeyê diyar kir ku "fikarên wan ên der barê rewşa Abdullah Ocalan de nehatine çareserkirin" di nava rojê de bi şande û parlamenterên komên cuda re jî hevdîtin pêk anîn.

BI SEKRETERA GIŞTÎ ​​YA KE’YÊ RE HEVDÎTIN KIRIN

Hevserokê Komîsyona Têkiliyên Derve yê DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Sevîlay Çelenk û nûnerê Konseya Ewropayê yê DEM Patiyê Faîk Yagizay bi Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejçînovîç Bûrîç re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê ya li hemberî bi cih neanîna biryarên DMME û bi taybetî biryara Selahattin Demîrtaş û Osman Kavala, encamên hilbijartinên xwecihî, sextekariyên di hilbijartinan de hatin kirin û rewşa siyasî ya giştî ya Tirkiyeyê hatin gotûbêjkirin.

Şandeya DEM Partiyê dema der barê encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê û sextekariyên hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê de agahî dan, sekretera giştî kêfxweşiya xwe ya ji encamên hilbijartinê anî ziman.

Rojeva duyemîn a şandeyê jî bi cih neanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve bû. Şandeyê her wiha diyar kir ku "mafê hêviyê" yê ku dadgehê li ser serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye bi cih nehatiye û diyar kirin ku ev 3 sal in ti agahî ji Îmraliyê nayên wergirtin û ev jî civaka Kurd dixe nava fikaran. Şandeyê ji Konseyê û CPT'yê xwest ku erka xwe pêk bînin.

KE’YÊ BERPIRSYARIYA XWE JI NEDÎTÎ VE HAT

Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê Marija Pejçînovîç Bûrîç, berpirsyariyên Konseyê yên der barê tecrîda li Îmraliyê ji nedîtî ve hat û got, "Saziya têkildar CPT ye." Sekreterê Giştî tenê got ku biryarên Konseyê ji bo hemû welatên endam û Tirkiye jî di nav de derbasdar in û anî ziman ku danûstandinên dualî yên ligel Tirkiyeyê didomin.