Rojnamevan Campbell: Hilgirtina alaya PKK’ê ne sûc e, rûmet e

Rojnamevan Mark Campbell ê ku li Îngîltereyê ji ber hilgirtina alaya PKK’ê doz lê hatibû vekirin, diyar kir ku hilgirtina vê alayê rûmet e û ew ê li Dadgehên Kraliyeta Yekgirtî jî vê rûmetê biparêze.

Li hemberî dagirkeriya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Londrayê di 23’ê Nîsanê de çalakiyeke protestoyê hatibû kirin. Bi hinceta ku alaya PKK’ê hilgirtiye li rojnamevan û parêzvanê mafên mirovan Mark Campbell û bi hinceta ku mekabeke zer avêtibû Mesrûr Barzanî doz li Bêrîtan Silêmaniyê hatibû vekirin. Bi hinceta ‘propagandaya terorê’ doz li her du kesan hate vekirin.

Yekemîn danişîna dozê wê di 18’ê Mijdarê de bê kirin û Alî Has wê wekî parêzer Campbell û Silêmanî biparêze.

Campbell diyar kir ku doz bi mebesteke siyasî hatiye vekirin û got, “Em di xwepêşandaneke aştiyane de bûn. Bi dehan polîsan ewil rê girtin û ala wekî hincet nîşan dan. Piştre bi operasyoneke plankirî kesên ala di destê wan de hebû kirin hedef. Polîsan bi awayekî êrîşkar êrîşî girseyê kir.

Ji ber vê yekê min weke reaksiyoneke hestyarî û xwebexş alayeke pir mezin hilgirt a ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke semboleke neteweyî û sembola gelê Kurd ku li Tirkiye û Rojhilata Navîn, tê dîtin.

Campbell bi bîr xist ku ala ku mijara wê doz tê vekirin, nasname û sembola têkoşîna neteweyî ya Kurd e. Campbell da zanîn ku alaya wî hilgirtiye ji sala 1985'an û vir ve ala Eniya Rizgariya Neteweyî ya Kurd (ERNK) e.

Campbell bal kişand ku nêrîna hikûmeta Îngilîstanê ya şerê d di navbera dewleta Tirk û PKK'ê de tenê weke pirsgirêkeke ewlekariyê şaş e û got, “Dadgehên Belçîkayê biryareke gelekî girîng dan. Di dozeke li ser PKK’ê de hate gotin ‘PKK ne rêxistineke terorê ye, ew aliyekî şer e’

Campbell got: "Bi deh hezaran, siyasetmedar, hunermend, hevşaredarên hilbijartî, parlemener û çalakvanên Kurd hatine girtin. Dewleta Tirk sed sal e hîn pirsgirêka Kurd çareser nekiriye û sedema bingehîn a vê jî polîtîkaya Tirkkirinê ye.”

Campbell diyar kir di parêznameya xwe de wê qal bike di dîroka Komara dewleta Tirk de hatiye xwestin Kurd bi awayekî nijadperestî werin Tirkkirin. Kurdên ku dev ji nasname, ziman û çanda xwe bernedan weke ‘terorîst’ hatin binavkirin.

Campbell da zanîn ku ew ê balê bikişîne ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK'ê ku ji bo vejîna nasnameya Kurd têdikoşin.

Campbell diyar kir divê dadgehê dee wê bi serbilindî bibêjin ku hilgirtina alaya PKK’ê ne sûc e û ew ê sûîstîmala ku hikumeta Kraliyeta Yekgirtî li ser civaka Kurdan teşhîr bike.