Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Romayê hate pîrozkirin

4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan doh li paytexta Îtalya Romayê li Komeleya Ararat hate pîrozkirin.

Komîteya 'Dema wê hatiye, azadî ji Ocalan re', Rete Kurdistan-Roma, Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê û Komeleya Ararat bi hev re pîrozbahî li dar xistin û bi sedan Kurdistanî û Îtalyayî tevlî bûn.

Di pîrozbahiyê de dar hatin çandin. Ji bo pîrozbahiyê gelek şaredariyên ku welatîbûna rûmetê dane Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vexwendin. Ji şaredariyên hatin vexwendin şaredarên Reggo Calabrîa, Pînerolo, Şaredariya 1'emîn a Romayê, Rîgnano Flamînîo û berdevkê 'Komîteya Rêbertî' Gîovannî Rûsso Spena peyam şandin.

Ji 'Komîteya Azadî ji Ocalan re' Sîmonetta Crîscî li qada pîrozbahiyê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Divê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe."

Karîkaturîstê navdar Zerocalcare, şaredarê VIII. a Romayê Amedeo Cîaccherî, endamê Meclîsa Şaredariya 1'emîn a Romayê Emîlîano Monteverde, aktîvîst û nûnerên saziyên Kurdan li pîrozbahiyê axivîn.

Pîrozbahî bi nîşandana sînevîzyonê ya li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.