Qurbaniyên komkujiya Kurdê Feylî li Stockholmê hatin bîranîn

Kurdên Feylî yên 41 sal berê bi komkujiyekê hatin qetilkirin, li Stockholmê bi çalakiyekê hatin bîranîn.

Qurbaniyên Komkujiya Kurdê Feylî, di salvegera 41'ê ya Komkujiyê de li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê doh li paytexta Swêd Stockholmê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyê dest pê kir.

Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad li bîranînê axivî û anî ziman ku pirsgirêka herî sereke ya Kurdên Feylî ew e ku heta roja îro jî nebûne xwedî rêxistineke baş û jê bawer.

Zeyneb Mûrad bal kişand ser rêxistinbûna Şengalê ku bi hêzên xwe yên xweparastinê xwe ji her cûre êrişan diparêze û got, "Laizm bû ku me Kurdên Feylî jî gavek bi vî rengî biavêta."

Hevseroka KNK'ê bal kişand ser keda mezin a Kurdên Feylî ji bo rizgariya xaka Kurdistanê, ku bi sedan şehîd di ber Başûrê Kurdistanê re dane û got, "Eger rayedar û payebilindên Başûrê Kurdistanê xwestibûna û ji dil bûna, dikarîbûn ji bo mafê Kurdên Feylî zext li Komara Iraqê bikira û ji bo mafên Kurdên Feylî gavên ber bi çav biavêtina. Lê belê heta niha tenê soz dane, ku em zanin sozên wan bêwate ne."

Zeyneb Mûrad destnîşan kir ku beriya her tiştî divê ew bi hêza xwe bawer bin û bang li gelê Kurd kir ku çawa ji bo Kobanê û Şengalê rabûn ser piyan, bi heman hestî divê xwedî li Kurdên Feylî jî derkevin.

Hevserokê NCDK'ê yê Stockholmê Mîrhem Yîgît jî diyar kir ku ew êşa Kurdên Feylî weke êşa xwe dibînin û xwedîderketina li mafên wan jî weke erka xwe ya sereke dibînin.

Nûnerê Rêxistina Bereya Kurdên Feylî li Bexdayê Mihemed Nûrî jî got, "Beriya 41 salan komkujiyek giran hate kirin, lê mixabin îro tu tiştek ber bi çav di dest me Kurdên Feylî de tune ku em ji xwe re bikin bingeh û li ser mafê xwe bixwazin. Em naxwazin ku tenê di demên hilbijartinan de werin bîra rayedar û nûnerên dewletan. Ji ber ku em hem Kurd in hem jî Şîa ne, her tim rastî zorî û komkujiyê hatine."

Kurdên Feylî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê li bajarên, Kerkûk, Mûsil, Xaneqîn, Bexda, Besra, li rojhilatê Kurdistanê jî li bajarên îlam, Kirmaşan, Loristan û hinek jî li bajarê Tehranê ne. Tê texmînkirin ku nifûsa wan bi giştî 2 milyon kes e. Dema ku rejîma Baas a bi serokatiya Saddam Huseyîn dest bi komkujiya Kurdan kir di bin navê 'Enfalê' de pêşî li derdora Kerkûk, Mûsil, Xaneqînê li dijî Kurdên Feylî dest bi komkujiyê kir. Kurdê li van herêman kom bi kom ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin komkirin û ji van herêman hatin derxistin. Bi deh hezaran bi vî rengî hatin derxistin û hatin qetilkirin. Bi deh hezaran ji wan bi vî rengî weke 'windahî' tên zanîn.