QSD’ê şehadeta 15 şervanên xwe ragihand
QSD’ê nasnameya 15 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.
QSD’ê nasnameya 15 şervanên xwe yên di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî 15 şervanên ku mijdar û kanûna îsal de di berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûne de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, "15 hevreyên me tevlî karwanên nemiran bûn. Bi xwîna xwe rihê welatparêzê û exlaqê nîşan dan. Hevreyên me li gundewarên Heleb, Minbic, Pira Qereqozaqê, Bendava Tişrîn û Dêrazorê di berxwedana parastina gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bûn.
Hevrêyên me yên leheng cihê xwe di berxwedana parastina rûmet û ewlehiya gelê xwe ji êrîşên Tirkiyeyê de girtin. Soza berxwedanê dan, ji bo bidestxistina armancên nîştimanî yên pîroz bê teredut fedakarî kirin. Bi xwîna xwe ya pak nirxên welat û girêdana bi ax û armancên bilind nîşan da.
Em şehadeta hevrêyên xwe Hisên El Elî, Xalid El Nasir, Behcet Omer, Xalid El Mehmûd, Mihemed Emîn El Xedban, Mihemed El Serhan, Bozan Osman, Nasir El Felac, Mistefa Sadûn, Macid Hemo, Ebdo Ebdullah, Xişman Îsmaîl, Îbrahîm El Elî, Eymen Ayîd û Dilyar Beyrem radighînin. Em teqez dikin ku israra me ya domandina xeta wan, bersivdayîna êrîşan û têkbirina planên wan ên qirêj bihêztir dibe.
Em tevahî şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Wê bîranînên wan di wijdanê gelê me de zindî be. Em malbatên şehîdan, gelê xwe û şervanên xwe silav dikin û sebrê ji wan re dixwazin."
NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:
Nasnav: Serdar
Nav û paşnav: Hisên El Elî
Navê dayikê: Emîne
Navê bav: Hemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-1997
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-3 Kanûn 2024
*******
Nasnav: Xişman
Nav û paşnav: Xişman Îsmaîl
Navê dayikê: Fatima
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Iwîne-2007
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-8 Kanûn 2024
*******
Nasnav: Umer
Nav û paşnav: Xalid El Nasir
Navê dayikê: Ferca
Navê bav: Casim
Cih û dîroka jidayikbûnê: Şedadê-1985
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-30 Mijdar 2024
*******
Nasnav: Xalid El Dêrî
Nav û paşnav: Xalid El Mehmûd
Navê dayikê: Wedha
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa-2004
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-30 Mijdar 2024
********
Nasnav: Mîran Hemrat
Nav û paşnav: Mihemed Emîn El Xedban
Navê dayikê: Necma
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Reqa- 2004
Cih û dîroka şehadetê: Heleb-30 Mijdar 2024
********
Nasnav: Berxwedan El Fec
Nav û paşnav: Mihemed El Serhan
Navê dayikê: Cîhan
Navê bav: Etiye
Cih û dîroka jidayikbûnê: Hol-1997
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Helebê-1 kanûn 2024
*******
Nasnav: Nasir
Nav û paşnav: Nasir El Felac
Navê dayikê: Şaha
Navê bav: Raşid
Cih û dîroka jidayikbûnê: El Suxne- 1995
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê rojhilatê Helebê-30 Mijdar 2024
********
Nasnav: Bahoz
Nav û paşnav: Eymen Ayid
Navê dayikê: Xewla
Navê bav: Ewad
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrazor-2002
Cih û dîroka şehadetê: Meskene-3 kanûn 2024
********
Nasnav: Dilyar
Nav û paşnav: Dilyar Beyrem
Navê dayikê: Zeyneb
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Sirîn- 2006
Cih û dîroka şehadetê: 8 kanûn 2024
********
Nasnav: Rêzan Çiya Efrîn
Nav û paşnav: Ebdo Ebdullah
Navê dayikê: Nêrgis
Navê bav: Zuhêr
Cih û dîroka jidayikbûnê: Efrîn -1996
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-3 kanûn 2024
********
Nasnav: Diyar Tebqa
Nav û paşnav: Îbrahîm El Elî
Navê dayikê: Şeqra
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Tebqa-1997
Cih û dîroka şehadetê: Gundewarê Helebê-3 kanûn 2024
*********
Nasnav: Çiya
Nav û paşnav: Macid Hemo
Navê dayikê: Kewser
Navê bav: Hisên
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Girik-1997
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-6 kanûn 2024
********
Nasnav: Dilşêr
Nav û paşnav: Mistefa Sadûn
Navê dayikê: Xeznê
Navê bav: Farûq
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-Keleha Reş-2002
Cih û dîroka şehadetê: Minbic-6 kanûn 2024
Nasnav: Behcet
Nav û paşnav: Behcet Umer:
Navê dayikê: Sultana
Navê bav: Ebdulqadir
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-2006
Cih û dîroka şehadetê: Sirîn-8 kanûn 2024
********
Nasnav: Fedakar Hilinc
Nav û paşnav: Bozan Osman
Navê dayikê: Xensa
Navê bav: Mehmûd
Cih û dîroka jidayikbûnê: Kobanê-1999
Cih û dîroka şehadetê: Dêr Hafir-7 kanûn 2024