Qetilkirina Denîz Poyraz li Saarbrucken û Den Haagê hate şermezarkirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê û li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistaniyan tevî dostên xwe, qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê şermezar kirin.

Qetilkirina Denîz Poyraz a HDP'î, li bajarên Saarbrucken û Den Haagê hate şermezarkirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê qetilkirina Denîz Poyraz hate şermezarkirin.

Kurdistanî li pêşiya Europagalerie li hev civiyan û bi deqeyeke rêzgirtinê dest bi çalakiyê kirin.

Qisekeran diyar kirin ku gelê Kurd heta niha serê xwe li ber polîtîkayên komkujiyê netewandiye, ji niha û pê ve jî wê netewîne.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Terorîst Tirkiye", "Dîktator Erdogan" bi dawî bû.

DEN HAAG

Qetilkirina Denîz Poyraz li bajarê Den Haag ê Hollandayê il pêşiya Konsolosxaneya Tirk bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Çalakî ji aliyê DEM-NED'ê ve hate lidarxistin û bi navê DEM-NED û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê axaftin hate kirin.

Qisekeran diyar kirin ku êriş bi rêxistin û plankirî bû û gotin, "Li pişt perdeya êrişê Erdogan û dewlet heye."