Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Projeya nûkirina kantîna Aûschwîtz-Bîrkenaû

Weqfeke Polonyayî dixwaze, cihê ku SS'an li Aûschwîtz-Bîrkenaûyê weke kantînê bi kar dianîn, restore bike.

Weqfê diyar kir ku ji bo balê bikişînin ser cihekî hatiye jibîrkirin ê li baregeha Navenda Holokostê, dixwazin karekî bi vî rengî bikin.

Ji rêveberên projeyê Dagmar Kopîjasz ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku efserên SS li ber sûcên metirsîdar ên li Aûschwîtz-Bîrkenaûyê ji bo tiştekî vexwin, tevlî merasîm, konser û partiyan bibin dihatin kantînê.

Kopjasz ragihand ku ev avahî navenda jiyana malbatî û şexsî ya SS'iyan e û kantînê weke cihê 'jibîrkirina sûcên wan' pênase kir.

Weqfa ku sala 2013'an ava bû, têkildarî dîroka Holokostê, hewl dide avahiyên dîrokî yên li ber jibîrkirinê ne rizgar bike.

Kantîna ku Adara 1942'an hate avakirin, li pêşiya febrîkeya herî mezin a Ewropayê ya Şerê Cîhanê yê 2'emîn, bi 400 metreyî dûrî deriyê navdar ê bi navê 'Arbeît macht freî -kar mirovan azad dike', ye.

Kampa Aûschwîtz-Bîrkenaû ku ji 3 kampên bingehîn pêk tê û nêzî 50 avahiyên xwe hene, piştî şer weke depoya zad hate bikaranîn.

Li kampê ku bi du odeyên xwe yên kêlekê dişibe xaçê, nêzî 4 hezar kes lê bi cih dibû. Kopijasz têkildarî kampê got, "Tevî ku hilweşiya ye, dikare bê rizgarkirin. Planên restorasyonê amade ne."

Kopîjasz diyar kir ku piştî restorekirina kampê, dikare ji merasîmên fermî re malovaniyê bike û qala fikrê xwe yê li ser 'dîwarê şermê' kir. Kopîjasz ragihand ku li ser dîwarê şermê nav û wêneyê SS'iyan dikare bê bicihkirin û bi vî rengî bên teşhîrkirin.

Kampa Aûschwît-Bîrkenaû ya li Polonyayê di navbera Hezîrana 1940'î û Çileya 1945'an de hate bikaranîn.

Piraniya wan Yahûdiyên ji welatên cuda yên Ewropayê 1.1 milyon mirov li odeyên gazê yên li vê kampê hatin qetilkirin an jî bi birçîhiştinê hatin kuştin.

Kampa komkirin û tunekirinê ya Aûschwîtz-Bîrkenaû di 27'ê Çileya 1945'an de ji aliyê Artêşa Sor ve hate rizgarkirin.