Peymana Lozanê di 98’mîn sala xwe de hat protestokirin

Peymana Lozanê ya 98 sal ji beriya niha bi destê dewletên emperyalîst hatibû îmzekirin, li Swîsreyê bi meşekê hat protestokirin.

Li hemberî rojanekirin peymana ku weke dewma Peymana Lozanê bê hesibandin, peymana ku dagirkirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan armanc dike;  li ser esasê pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd ji her kesimê gel li ber avahiya Palaîs de Rûmîne ya dikeve meydana Rîponne hatin gel hev.

Ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser navê komîteya amadekar a çalakiyê Salîh Saglam axivî û got ku êrîşên dewleta Tirk ya qirkirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê armanc dike di rasteya domandina 100 saleke din ê Peymana Lozanê de ye.

Piştî axaftina Saglam, gel yê ji her 4 beşên Kurdistanê, saziyên civaka sivîlê ên Swîsreyî û saziyên şoreşger ên Tirkiyeyî bi awayek girseyî dest bi meşê kirin.

Di tevahiya meşê de li ser esas berxwedaniya gerîla li Herêmên Parastina Medya didin, pêkanîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd ya li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk dirûşme hatin berzkirin.

Meş nêzî 2 saetan bi berzkirina dirûşmeyan û gotina marşan dom kir, gel gihîşt ber avahiya Chateaû d’Oûchy ya ku peyman li wê derê hatibû îmzekirin.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Agirî bi gotina “Wê gelê Kurd dewam yan jî rojanekirina peymana Lozanê ku bi wê dixwazin 100 salên din gelê Kurd di bin gefa dagirkerî û qirkirinê de bin qebûl neke.” axaftina xwe destpêkir û wiha pêde çû: “Berxwedana topyekun ya gerîlayan a li Herêmên Parastina Medya ya li hemberî dewleta Tirk yê ku ji 23’ê Nîsanê heya niha bê navber êrîşên xwe yên dagirkeriyê didomîne berdewam dike. Em bi dirûşmeya ‘Li hemberî dagirkeriya Tirkiyê em Kurdistanê biparêzin’ emê  paradîgmaya Rêbertiya xwe esas bigirin û li cihê ku dijîn xwedî li berxwedanê derbikevîn.”

Berdevkê demê yê Yekîtiya Hêzz Demokratîk a Ewropayê (YHDE) Tuncay Yilmaz jî di axaftina ku pêşkêş kirî de got, “Peymana Lozanê pêşî li qetlîama di serî de Kurd, Ermenî û hemû gelê kevnar ên li erdnîgariya Kurdistanê vekir, emê destûr nedin ku ew peyman sed saleke din jî bidome.”

Li ser navê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Kemal Bîlget jî bal kişande ser girîngiya pêkanîna yekîtiya Kurdistan ya ku dewletên emperyalîst 98 sal ji beriya niha destpêkê hêz parvekirin û piştre kirin 4 perçe û wiha axaftinê xwe bidawî kir: “Yekane bijardeka gelê Kurd û gelên herêmê ya ji bo ku ji esaretê rizgar bibin eve ku ji beriya demekê yekîtiya netewî ya Kurd pêk bê.”

Piştî axaftinan çalakî bi berzkirina dirûşmeyên li ser bingehê xwedîderketina li pêngava “Dem dema azadiyê ye” bi dawî bû.