Pêngava 1‘ê Hezîranê li Ber NY’yê hat silavkirin

Di çalakiya ku li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî berdewam kir de, vê hefteyê Pêngava 1‘ê Hezîranê ya tê wateya Pêngava 15‘ê Tebaxê ya duyemîn hat silavkirin û hat destnîşankirin ku konsepta êrîşê ya dawîn jî hatiye pûçkirin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a bi daxwaza azadkirina bi fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji 25‘ê Çileya 2021‘î ve li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê dest pê bû ye, berdewam e.

Kurdistanî her roja Çarşemiyê li dora konê li ber NY’yê danîne ji aliyekî ve daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin û ji aliyê din ve jî êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd û Kurdistanê teşhîr dikn.

Di çalakiya vê hefteyê hat lidarxistin de, Pêngava 1‘ê Hezîranê hat silavkirin.

Hevserokê Navenda Civaka Kurd Erdal Atasoy ê mafê axaftinê wergirt behsa giringiya Pêngava 1‘ê Hezîranê kir û got: “Em ê ruhê pêngava 1ê Hezîranê ji nû ve derbixin holê û li hember konsepta tunekirina Kurdan bibin bersiv. Îro li qadên azadiyê derketina xwedî li Rêbertî û baweriya gerîla, hem tê wateya azad kirina Rêbertiya me hem jî ya Kurdistanê.’’

Hevşaredara din Mûlkiye Bulut jî di axaftina xwe ya ku bi bîranîna cangoriyên pêşeng ên di Pêngava 1'ê Hezîranê de şehîd ketin dest pê kir û diyar kir ku weke gelê Kurd wê ji 7 heta 70'î li ber xwe bidin. Bulut wiha dewam kir: "Em ê têkoşîna gerîlayên azadiyê ya li ser xeta berxwedanê ya Rêber Apo hembêz bikin. Weke gelê Kurd em ê konsepta dewleta Tirk a dagirkerî û qetlîamê li ku bin derxin holê. Mîmarên sereke yên Komploya Navneteweyî bûn. NY û dewletên navneteweyî. Çawa di Pêngava 1ê Hezîranê de têk çûbin, wê têkoşîna şervanên PKK’ê ya li dijî konsepta êrîşê ya li ser parçeyên Kurdistanê berdewam e jî bi ser bikeve.’’

Çalakgeran piştî axaftinan pişta xwe da NY’ê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Li vir bi demeke dirêj dirûşm berz kirin û bêdengiya NY’ê ya li hember êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin.