Newroz li Îskoçya û Gallerê bi coş hat pîrozkirin

Li pîrozbahiyên Newrozê ku bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û hunermendên Kurd li Îskoçya û Gallerê hat lidarxistin de hate destnîşankirin ku wê îsal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Li Îskoçyayê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahiya Newrozê ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Edînbourgê ve li Salona Konferansê ya Nîcolson Streetê hat lidarxistin, bi sedan kes tevlî bûn. Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê dest pê kir.

Di salona Newrozê de pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Mazlûm Dogan û alên YPG, YPJ û PYD’ê hatin daliqandin. Li ser navê Navenda Civaka Kurd Egîd Çewlîk axaftina vekirinê kir. Çewlîk, îşaret pê ruhê berxwedêr a Newrozê kir û da zanîn ku dewleta Tirk sûcê şer dike û li hemberî gerîlayan çekên kîmyewî bikartîne.

‘EM ÇIYAYÊ GELÊ KURD IN’

Ji Koma Scottish Solidarity with Kurdistan Nîck jî Newrozê pîroz kir û wiha got: “Eger çiya dostê gelê Kurd bin, em çiyayê gelê Kurd in.”

Pêşî Zarokên Azadiyê Govend ku ji zarokên Kurd pêk tê derket ser dikê. Piştre Koma Denge Jiyane derket ser dikê û stranên berwedanê gotin. Newroza Îskoçyayê bi stranên hunermend Engîn Dersim û Azad Bedran bi coş hat pîrozkirin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di pîrozbahiyê de peyamên piştevaniyê hatin dayîn. Piştî pîrozbahiya Newrozê girse li ber avahiya Navenda Civaka Kurd agir pêxist û govend gerandin.

PÎROZBAHIYA BI COŞ A NEWROZÊ YA LI GALLERÊ

Li bajarê Newport a Gallerê bi organîzasyona komun a hunermendên Kurd Zeyno, Memozan, Zeynel Alî Bîngol û piştgirya Navenda Civaka Kurd pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Newroza ku li Pill Millennium Centerê hat lidarxistin, bi sedan kes tevlî bûn û pankartên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlûm Dogan û şehîdên komkujiya Parîsê û pankarta bi nivîsa “Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike” hate daliqandin.

Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê hat dest pê kir. Newroz bi rengên Kurdistanê xemilî û parlementerên Newportê John Grîffîths, Jessîca Morden û ji Meclîsa Gelê Kurd Ercan Akbal tevlî pîrozbahiyê bûn.

Di Newroza ku diyarî erdheja li navend Kurdistanê hate kirin de gelek carana dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Şehîd Namirin” û “Bimre Faşîzim” hatin berzkirin.

Li ser navê Navenda Civaka Kurd Fatmanûr Aksoy axaftina vekirinê kir. Aksoy bal kişand ser ruhê berxwedan û piştevaniyê ya Newrozê û anî ziman ku di encama erdheja navend Kurdistanê de gel wêranî û karesatekî mezin re rû bi rû ma. Aksoy, da zanîn ku hemû dahata Newrozê ya îro bi rêya Heyva-Sor ji bo pêçandina birînên erdhejê bên bikaranîn.

Piştre Parlementerê Partiya Karkeran John Grîffîths axivî û anî ziman ku wan hay jê karesata ku gelê Kurd di erdhejê de rû bi rû maye, heye û destnîşan kir ku wê bibin piştevanê gelê Kurd.

Parlementer Jessîca Morden jî diyar kir ku ew ê li hemberî zehmetî û êşên ku gelê Kurd pê re rû bi rû ye, di nava piştevaniyê de bin û bi ruhê têkoşînê ya Newrozê banga piştevaniyê kir.

Li ser navê Meclîsa gelê Kurd Ercan Akbal axivî û diyar kir ku ruhê Newroza 2023’an bi eşkere nîşan dide ku wê Rêber Apo azad bibe û dagirkerên faşîzmê têk biçin. Akbal bal kişand ser hilbijartinên ku nêz dibin û got: “Em ê faşîzma AKP- MHP’ê bi ruhê Newrozê têk bibin. Divê gelê me li dora Partiya Çep a Kes kom bibe û xwedî li îradeya xwe derkeve.”

Piştî axaftinan hunermendên Kurd Zeyno Dûrar, Memozan û Zeynel Alî Bingol derketin ser dikê. Hunermendên Kurd ku pîrozbahiyê bi coş kirin, bal kişandin ser giringiya hevgirtin û têkoşînê û gotin: “Em hunermendên Kurd wê di nava têkoşîn û piştevaniyê de bin.”