Milko Bazyanî: Dewleta Tirk 4 milyon dar li Behdînanê birî

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Milko Bazyanî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker tenê li herêma Behdînanê herî kêm 4 milyon dar birî ye.

Serokê Partiya Kesk a Başûrê Kurdistanê Milko Bazyanî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û talankirina xwezayê agahî da.

Bazyanî ji RojNewsê re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK'ê li herêma Behdînanê daristan wêran kiriye.

Bazyanî got, "Dewleta Tirk par bi rêya şîrketekê li Behdînanê 4 milyon dar birî. Hin herêmên Behdînanê kir mîna çolê. Ji ber vê yekê me li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir. Mixabin ti bersiv ji me re nehate dayin."