Mîhrîcana Ciwanan a Enternasyonalîst dest pê bû

Mîhrîcana Ciwanan a Enternasyonalîst, bi şiara “Têkoşînê bike yek-kapîtalîzmê xera bike!’’ li Elmanyayê dest pê bû.

Mîhrîcana Ciwanan a Enternasyonalîst bi organîzekirina aktîvîstên Make Rojava Green Again û Lutzerath Bleîbt li Elmanyayê bi kêf û xweşî dest pê bû.

Mîhrîcan bi şiara “Têkoşînê bike yek-kapîtalîzmê xera bike!’’ li herêma Lutzerath a bajarê Rheînland a Elmanyayê dest pê bû.

Mîhrîcana bi daxuyaniyeke hevpar a Make Rojava Green Again, Lutzerath û TekoJIN’ê dest pê bû, wê bi çalakiyên cihê bi cihê dewam bike.

Di daxuyaniya li ser navê her sê tevgeran hat xwendin de ev peyam hat dayîn:

“Heke em çiqas li ber kapîtalîzmê rabin em ê ewqas serkeftî bibin. Bi têkoşîna xwe ya hevpar, helbet em ê bersiveke baş bidin faşîzmê.“

BERNAMEYA MÎHRÎCANÊ

Mîhrîcana bi taybetî ji bo hemû ciwan û femînîstên ekolojîst, antîfaşîst, antîkapîtalîst, çep e wê bi bernameyeke têr û tije derbas bibe.

Tevî lîstina bi kişikê, derketina serê darê û voleybolê, ji bo zarokan amadekariya çalakiyên taybet hatiye kirin. Wê rûyê zarokan bihê boyaxkirin. Li qada mîhrîcanê, pankart, poster û gelek cihên çalakiyan hene.

TÊKOŞÎNA GERÎLA HAT SILAVKIRIN

Viyan Amed a di mîhrîcanê de li ser navê TCŞ û TekoJIN’ê daxuyanî da, wiha got: “Hemû ciwan wê di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ de li her derê bi awayekî rêxistinbûyî bersiveke baş bidin faşîzmê“ û têkoşîna gerîla silav kir.

Piştî axavtina Viyan Amedê, bi pêşengiya ciwanan meşeke bi çira û bi hilgirtina wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat lidarxistin.

Di kesayeta hemû şehîdên meha Gulanê de, ji bo giyanê Şehîdên Şoreşa Kurdistanê rêz hat girtin û li ser navê Tevgera Jinan a Ewropayê daxuyanî hat xwendin.