Meşa Dirêj a Elmanyayê bi dawî bû

Beşê Meşa Dirêj a Elmanyayê ku bi armanca teşhîr kirina êrîşên li ser Kurdistanê li 6 welatan hat organîzekirin li Dusseldorfê bi dawî bû.

Meşa Dirêj a bi armanca protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê destpê kir, tevî êrîşên polîsên Elman û provokasyonên faşîstên Tirk li ber stasyona trenan a navendî bi dawî bû.

Meşa bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) bi dirûşmeya ‘’Li Dijî Xiyanet û Dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê’’ hat lidarxistin îro li ber Platz des Landtagesê bi daxuyaniyeke li ser navê rêxistinên ciwanan destpê bû.

Piştî ku li ser esasê pêngava ‘’Werin Cenga Azadiyê’’ ciwan daketin qadan û banga derketina xwedî li berxwedana gerîla kirin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin û bi tîşortên ‘’Kurdistanê biparêze’’ nivîsandî dest bi meşê kirin. Di meşa ku ji çar parçeyên Kurdistanê kes tev lê bûn de bê navber bi Elmanî, Kurdî û Tirkî dirûşm hatin berzkirin. Meş li stasyona trenana a navendî ya Dusseldorfê bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.