Meşa Dirêj a ciwanan di roja 3'emîn de ye

Meşa Dirêj di roja sêyemîn de ye, ku ji aliyê ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropayê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate lidarxistin.

Ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi pêşengiya Tevgerên Ciwanan ên Şoreşger ên li Ewropayê ji çar aliyên Ewropayê li hev civiyan û dest bi meşa dirêj kirin. Meş di roja sêyemîn de ye.

Meşa Dirêj ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, îsal ji bajarê Kolnê yê Elmanyayê bi dirûşma "Dest bi dest - mil bi mil: Werin Cenga Azadiyê" dest pê kir û wê heta bajarê Aachenê dewam bike.

Roja sêyemîn a meşê li ber stasyona trenê ya navendî ya Benrathê ya Dusseldorfê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.

Ciwanan piştre ji navenda Benrathê dest bi meşê kirin û wê heta navenda Dusseldorfê bimeşin.