Meclisên FCK BW-BAYERN’ê konferansa xwe ya 1’an li dar xistin

Kurdên li parêzgehên Baden- Wurttembûrg û Bayern ên Elmanyaya Başûr, di bin banê rêxistina Meclisên Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK BW-BAYERN) konferansa xwe ya 1’an li dar xistin.

Konferansa ku nûnerên 12 meclis, 3 komun û gelek saziyan tevlîbûyî, i 10-11’ê Nîsanê de hate lidarxistin.

Di konferansê de nîqaşên li ser avakirina sîstema paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê hatin kirin.

Di nîqaşan de anîn ziman ku pêwîst e li dijî sîstema modernîteya kapîtalîst sîstema modernîteya demokratîk bê avakirin û bal kişandin li ser giringiya rêxistinbûna meclis, komun, kooperatîf û akademiyan. Her wiha nirxandin li ser ciwanên Kurd ên li Ewropayê jî hate kirin.

Di nîqaşan de diyar kirin ku divê ciwan bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Me bi ciwantî dest  pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin” rolê pêşengiyê yê têkoşîna azadiya Kurdistanê bidomînin û hîn zêdetir hêz tevlî pêngava azadiyê bikin, divê di meclisan de cihê xwe bigrin.

Di konferansê de gelek biryar hatin girtin.