Margaret Owen: Divê Ocalan bê berdan

Hiqûqnasa Mafên Mirovan Margaret Owen anî ziman ku li gorî pîvan û hiqûqa navneteweyî divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan, PKK jî ji lîsteya 'rêxistinên terorê' bê derxistin.

Hiqûqnasa Mafên Mirovan a xwedî tecrûbe Margaret Owen diyar kir ku bloka Rojavayî ya ku helwestê nîşanî Rûsya û Çînê dide, li hemberî sûcdarê şer Erdogan ê ku çeka kîmyewî bi kar tîne, bêdeng dimîne, piştgiriya wî dike. Owen rexne li hikumeta Îngiliz kir û destnîşan kir ku wê li hemberî vê yekê têbikoşin.

Hiqûqnasa Mafên Mirovan Margaret Owen ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihîştiye asta êşkenceyê, bi temamî bêhiqûqî ye û got, peymanên Neteweyên Yekbûyî, Pîvanên Mandela, biryarên DMME û PMME'yê, pîvanên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî hatine binpêkirin. Owen bi bîr xist ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê têne redkirin û wiha dewam kir, "18 meh in em li ser rewşa wî ya tenduristiyê tiştekî nizanin. Rêberê Gelê Kurd e, yek ji mirovên herî xurt ên dîroka mirovahiyê ye. Yekî welê ye ku li girtîgehê jî hildiberîne, dinivîsîne û hewl dide pirsgirêkan çareser bike. Aktorê bingehîn ê çareseriya şerekî giran e."

DIVÊ BÊ BERDAN

Parêzer Owen ku di heman demê de endama damezrîner a Çalakiya Zayendiya Civakî ya Ewlekarî û Aştiyê (GAPS-UK) ye û di Projeya Mafên Mİrovan a Kurd (KHRP) de şêwirmendiya mafên jin û zarokan dike, bi dewamî wiha axivî: "Ji bo diyaloga ku Tirkiyeyê di sala 2015'an de rawestand bê dewamkirin, divê Ocalan bê berdan. Vê yekê saziyên mafên mirovan hemû dibêjin. Hiqûqa rasteqîn ferz dike, ku Abdullah Ocalan divê bê berdan û PKK ji 'lîsteyên terorê' bê derxistin."

BLOKA ROJAVA DURÛTIYÊ DIKE

Owen bang li hikumeta Îngiliz kir ku firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê bisekinîne û bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê dewleta Tirk ve. Owen got, "Ne tenê li van deran çekên kîmyewî bi kar tîne. Her wiha êrîşê dibe ser Şengalê û kampa penaberan a Mexmûrê. Tevî vê yekê jî qada navneteweyî bêdeng e. Ev yek durûtî ye. Helwesta hikumeta Îngilistanê jî bi heman rengî ye. Li hemberî Rûsya û Çînê helwestê nîşan didin lê belê li hemberî Erdogan ê ku çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcdarê şer e bêdeng dimînin, her wiha piştgiriya wî dikin. Parçeyên droneyên ku Tirkiye bi kar tîne, ji Îngilistanê ne. Weke parêzvaneke mafên mirovan ez rexneyê li hikumeta xwe dikim ku piştgiriyê dide vê terorîzma dewletê."

MODELA ROJAVA MÎNAK E

Owen destnîşan kir ku Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo azadiya mirovên li herêmê hemûyan têdikoşe û anî ziman ku modela konfederalîzma demokratîk a li Rojava, mînak e.

Parêzvana Mafên Mirovan Margaret Owen got, "Ev model berhema Abdullah Ocalan e. Ne tenê ji bo Sûriye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê mînak e. 90 salî me, ez ê daxwaza xwe ya edalet û azadiyê ya ji Kurdan re dewam bikim. Hêvîdarim di demeke nêz de biçim Rojava."