Li Zanîngeha Kolnê ji bo Guven çalakî hate lidarxistin

Li Zanîngeha Kolnê ji bo piştevaniya bi Rojava û Leyla Guven re çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Elmanya Kolnê Tevgera Ciwanên Şoreşger û endamên Yoûng Strûggle li Zanîngeha Kolnê ji bo Leyla Guven çalakî kirin.

Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava hate protesto kirin û bal hate kişandin li ser hevkariya dewleta Elman a bi Tirkiyeyê re.

Li aliyê din banga piştgiriyê ji bo Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven hate kirin û çalakgeran ketin gelek wane û kantînan pankart vekirin û axivîn.

Di çalakiyê de belavok jî hatin belavkirin û pankartên “Rojava biparêzin” û “Leyla Guven 82 roj e di greva birçîbûnê de ye” hate hildan.

Di çalakiyê de axaftin hate kirin û hate gotin ku bi çekên dewleta Elman Erdogan komkujiyan pêk tîne.

Di çalakiyê de hate gotin Leyla Guven ji bo bi mîlyonan kesan xwe feda kiriye û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Di çalakiyê de xwendekarên zanîngehê jî piştgirî da çalakgeran.