Li Yewnanistanê meşa dirêj di roja duyemîn de ye

Meşa dirêj a ku tevgerên ciwanên Kurd TCŞ û TekoJIN li Yewnanîstanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dabûn destpêkirin di roja xwe ya duyemîn de didome.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) di 30’ê Gulanê de li kampa Lavrîo li dijî êrîşên dagirkeriyê û hevkariya PDK’ê dest bi meşa dirêj kiribûn.

Berxwedêrên ku danê êvarê li Marco Paulo meş pêk anîn, di roja duyemîn de ber bi Palanîayayê ve ketin rê.

Wekî roja destpêkê meş bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Çalakgeran pankartên "Li dijî îxanet û dagirkeriyê Werîn Cenga Azadiyê" û "Defend Kurdistan " vekirin û dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla", "Bê Serok Jiyan nabe", "Bimre îxanet" berzkirin.

Çalakgerên ku plan dikin danê êvarê xwe bigihînin Palanîayayê, wê di 1'ê Hezîranê de bigihin paytext Atînayê.