Li Yewnanistanê Meşa Dirêj destpê kir

Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, li Yewnanistanê meşeke dirêj destpê kir. Meşa Dirêj ku ji kampa Lavrîo destpê kir wê heta navenda Atînayê 3 rojan dewam bike.

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TêkoJIN) di çarçoveya dirûşma "Werin Cenga Azadiyê" de dest bi Meşa Dirêj a ji bo 3 rojan kirin.

Bi beşdariya bi sedan kesî meşê ji kampa Lavrîoyê destpê kir. Girseya gel bi pankartên bi nivîsa "Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" û "Defend Kurdistan", posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê dest bi çalakiyê kir.

Di destpêka meşê de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin û daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku PKK li dijî dagirkeran bi rengekî destanî li ber xwe dide û hate destnîşankirin ku berxwedana li Avaşîn û Metînayê ji bo azadiya Kurdistanê ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, li hemberî hêzên komploger û xiyanetê jî berxwedana gerîla wê teqez bi ser bikeve û bang li her beşên civakê kir ku cihê xwe di nava têkoşînê de bigirin.

Çalakgeran piştr bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana gerîla" dest bi meşê kirin.

Şêniyên Lavrîo jî bi çepikan piştgirî dan girseya gel. Beşa destpêkê ya meşê wê vê carê li Marco Poûlo bi dawî bibe.

Çalakger wê di 31'ê Gulanê de ji Marco Poûlo heta Palanîayê bimeşin û 1'ê Hezîranê jî bigihêjin Atînayê.