Li Swîsreyê greva birçîbûnê ya 3 rojan destpê kir

Ji bo bal bikişînin ser çalakiya grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Ocalan hatibû destpêkirin li bajarê Zurîhê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hate destpêkirin.

Ji bo bal bikişînin ser çalakiya grevên birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin li bajarê Zurîh ê Swîsreyê çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan hate destpêkirin.

Ji bo grevên birçîbûnê yên bi armanca piştevaniyê ya 3 rojan ji aliyê Federasyona Koçberên Hejar ên Ewropa (AvEG-Kon) ên hemwext li bajarên Ewropa dayî destpêkirin li qada 1’ê Gulanê ya ji aliyê aktivîstên Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê ve tê zanîn li Qada Kanonengasseyê kon hate vedan.

Greva ku wê 3 rojan dom bike bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Nûnera ÎGÎF Hulya Orak a li vir axivî got: “Bi çalakiya me dayî destpêkirin hem ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û ji bo bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî yên li hemberî grevan bibin bersiv e.”

Her wiha di çalakiyê de nûnerên Partîzanan jî peyamên piştevaniyê dan û wê çalakî roja Yekşemê saet 15:00’an bi meş û mîtînga 1’ê Gulanê ku bê lidarxistin bi dawî bibe.