Li Stockholmê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê daketin qadan

Kurdistanî û dostên wan li Stockholma paytexta Swêdê, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê daketin qadan.

Kurdistanî û dostên wan li Stockholma paytexta Swêdê bi dirûşmeya “Em ê bi hev re faşîzmê birûxînin” xwepêşandanek lidarxistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk û Yekitiya Ewropa ya ku piştgiriyê dide wan jî protesto kirin.

Di çalakiya ku ji derveyî stasyona metroya navend a Stockholmê hatî kirin de, îtifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku hewldayî HDP’ê bigire, ji Peymana Stenbolê vekêşayî û êrîşî berxwedana demokratîk a xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê kirîn hatin protestokirin. Çalakvanan Yekitiya Ewropa ya ku hevkariya dewleta Tirk jî dike şermezar kirin.

Heman demê di çalakiyê de dovîzên ji bo şermezarkirina Tirkiye ya ku êrîşî hêzên demokratîk û HDP’ê dike hilgirtin û dirûşmeyên ji bo xwedî derketina li Têkoşîna Azadiya Kurd berz kirin.

AZADIYA RÊBERÊ GELÊ KURD HATE XWESTIN

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Stockholmê Menîce Yigît, bal kişand li ser êrîşên desthilata AKP-MHP’ê yên di van salên dawî de li dijî HDP’ê û Kurdan zêde bûyîn. Yigit diyar kir ku dewleta Tirk bi hezaran HDP’î bi sûcbariyên bê bingeh girtin û di serî de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hate xwestin ku hemû girtiyên siyasî bên berdan.

Çalakiya ku ji aliyê kesên derdor ve rastî eleqeyek mezin hatî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.