Kampanyaya Hashtagê wê sibê bi saeta Ewropa 19:00’an li ser Twitterê destpê bike û hedefa kampanyayê ragihandina grevên birçîbûnê ji bo hemû cîhanê ye.
Daxuyanî bi zimanê Îngilîzî, Kurdî û Tirkî hate amadekirin û ev bang hate kirin; “Greva birçîbûnê ya Leyla Guven ketiye qonaxekî kiritîk. Ji bo pêkanîna daxwazên Leyla Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger, bi armanca ku CPT û Konseya Ewropa bikevin dewrê û erka xwe pêk bînin, 6’ê Çile li ser tevna civakî em ê kampanyayê bidin destpêkirin.”
Ji bo ragihandina daxwazên Leyla Guven û hevalên wê ji bo hemû cîhanê banga tevlîbûna kampanyayê li her kesê hate kirin.
Kampanyaya Hashtagê wê li ser hesabê @hungerstrikes_ were destpê kirin.
Rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger gelek kiritîk e. Çalakiya Leyla Guven di roja 59’an de ye. Greva birçîbûnê ya li Hewlêrê di roja 46’an de ye û ya li bajarê Fransa Strasboûrg û li Galler a Brîtanyayê jî di roja 20’an de didome. Li aliyê din li girtîgehên Tirkiyeyê greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger a girtiyan jî di roja 21’an de ye.