Li Saarbruckenê çalakiya “Ji girtiyan re azadî” hate lidarxistin

Li Saarbuckenê di pêşengtiya jinan de çalakiya konvedanê hate lidarxistin.

Li bajarê Saarbucken yê Elmanya di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Şirîn Elemhunlî de çalakiya konvedanê hate lidarxistin. Di çalakiyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş ên di şertên giran de têne girtin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayîn û bal kişandin li ser politikaya tecrîd û îşkenceyê. Her wiha di çalakiyê de bal kişandin li ser rewşa siyasetmedar Aysel Tûglûk.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji sala 2015’an û vir de polîtîkaya tundî û qirkirinê li ser tevahiya girtîgehan belav bûye û ev tişt hate gotin: “Girtî ji mafên xwe yên herî rewa bêpar hatine hiştin, di piştê de kelepçekirî tên kontrol kirin û di hucreyê de têne girtin. Di nava mehekê de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest da.“

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di serî de girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî xwedî derketin, peyîrekî mirovahiyê ye.

Çalakî bi dirûşmeya “Ji hemû girtiyan re azadî” bi dawî bû.