Li Saarbrucken, Hannover û Helsîngborê êrîşên dagirker hatin protestokirin

Li bajarên Saarbrucken, Hannoverê yên Elmanyayê û li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hate protestokirin.

SAARBRUCKEN

Gelê Kurd li pêşiya Eûropa Galerî hatin ba hev û çalakî bi rêzgirtinê dest pê kir. Di axaftinan de hate diyarkirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li ser qadên gerîlayan di nav konseptekê de tên kirin.

Di çalakiyê de bang li dewletên Yekîtiya Ewropayê kirin û xwestin ji bo êrîşên Tirkiyeyê bidin sekinandin bila têkevin nav hewldanan.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê ya Elmanyayê jî bi sedan Kurd ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û tecrîda li ser Îmraliyê meşiyan.

Meş bi pêşengiya NAV-DEM Hannoverê li pêşiya konsolosxaneya Tirk dest pê kir û heta Halîm Dener Platzayê domiya.

Di meşê de Hevserokê Meclîsa Hannoverê Orhan Alp axivî û got “Dewleta Tirk îro bi awayekî hovane êrişî destkeftiyên gelê Kurd dike. Dewleta Tirk piştî ku li Garê têk çû vê carê bi hemû teknîka xwe êrîşî gerîlayan dike. DYE jî di nav de em ê dewletên li hemberî van êrîşan bêdeng in, tu carî ji bîr nekin. Heta ku Rêbertiya me û Kurdistan azad bibin, em ê her roj têbikoşin.”

HELSÎNGBORG

Li bajarê Helsîngborgê yê Swêdê jî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên li ser Efrînê hate protestokirin. Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate şermezarkirin.