Li Roma dewleta Tirk hate protestokirin

Li paytexta Îtalaya Romayê êrîşên dewleta Tirk û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyan hatin protestokirin.

Êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin protestokirin.

Çalakiya yekem saetên sibê 10:30’î li Pîazza Gentîle da Fabrîano hate kirin.

Ji ber lîstika futbolê ya Tirkiye û Îtalyayê hebû, çalakî li ber stadyomê hate kirin.

Çalakiya bi dehan Kurdistanî û Îtalî tevlîbûn, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û al hatin hildan.

Piştî axaftinan çalakiya yekem bi dawî bû.

Çalakiya duyemîn jî saet 16:00’an hate kirin. Li navenda bajar bi hildana posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tûreke duçerxan hate gerîn.

Çalakvanan li pêşiya nûnertiya NY’yê mîtîngek kirin. Bêdengiya NY’yê ya li hember qetlîamên li ser Kurdan, êrîşên li ser gerîla û bikaranîna çekên kîmyewî protestokirin.

Tûra duçerxan li gelek deverên bajar geriyan û dirûşim qîrkirin.