Li Rennesê dirûşmeyên ‘Faşîst Erdogan’ hate berzkirin

Li Rennesê bi çalakiyekê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên girtinê yên li dijî HDP’ê û vekêşana Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li Ewropa dijî çalakiyên xwe yên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya fîzîkî ya wî û protestokirina gefên girtinê yên li dijî HDP’ê û vekişîna Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê berdewam dikin.

Bi çalakiyekê li bajarê Rennes a Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, zextên girtinê yên li dijî HDP’ê û vekêşana Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Kurdên ku li Place du Colombîerê hatin gel hev meşek lidarxistin. Li ser hev dirûşmeyên, “Faşîst Erdogan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo azadiya Ocalan çareseriyek polîtîk” û “Ji Ocalan re azadî” ber bikirin û li Meydana Républiqueyê mitîngek lidarxistin.

Di mitîngê de daxuyaniyên TJK-F û CDK-F’ê hatin xwendin.