Li pêşiya Parlementoya Hollandayê çalakî

Di çarçoveya ‘Em ê bi hev re faşîzmê têk bibin’ a Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê li bajarê Den Haagê ya Hollandayê li pêşiya Parlementoya Hollandayê çalakiyek hate lidarxistin.

Hewldana girtina HDP’ê, operasyonên qirkirina siyasî, vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê li Den Haagê hate protestokirin.

Çalakî li pêşiya Parlementoya Hollandayê hate lidarxistin û pankarta ‘Ji bo darizandina dîktator sed sedem û sed hezar îmze’ hate daliqandin.

Di çalakiyê de daxuyaniya kampanyaya  Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wê şaxê faşîzma AKP û MHP’ê ya xwe dirêjî Ewropayê kiriye, were sekinandin.