Li Parlamenta Îzlandayê serweriya jinan ji dest çû

Li Îzlandayê ku roja Şemiyê hilbijartinên giştî hate kirin, kêm mabû ku jin li ser parlamentê serwer bibûya.

Parlamenta Îzlandayê Althing weke parlamentera herî kevn a cîhanê tê dîtin. Di sala 930'î de ava bû ku ev sal weke destpêka neteweya Îzlandayê tê qebûlkirin.

Encamên destpêkê yên hilbijartinê roja Yekşemê hatin eşkerekirin û li gorî vê yekê Althîng bû yekemîn parlamenta Ewropayê ku piraniya endamên wê jin e. Di jimartina destpêkê de ji 63 kursiyan 33 kursî ketin destê jinan. Lê belê ji ber sîstema xwe ya tevlîhev a hilbijartinê, li şeş herêmên hilbijartinê jimartin ji nû ve hate kirin û ev hejmar daket 30'î.

Tevî vê yekê jî Parlamenta Îzlandayê bi rêjeya ji sedî 47.6 a jinan bû ew parlament ku li Ewropayê herî zêde temsîliyeta jinan tê tê kirin. Heta niha bi rêjeya ji sedî 47'an Swêd li pêş bû.

Heta niha li ti welatekî Ewropayê li parlamentekê temsîliyeta jinê ji sedî 50'î derbas nekiriye.

Li Îzlandayê herçend gelek partî kotaya jinê bi cih tîne jî di hilbijartinên giştî de ti kotayeke qanûnî nayê ferzkirin.

Koalîsyona hikumetê ya Serokwezîr Katrin Jacobsdottir di hilbijartinê de bi ser ket jî partiya wê Tevgera Çep Kesk bi rêjeya ji sedî 12.6'an sê kursî ji dest da.

Di nava hikumeta heyî ya koalîsyonê de du partiyên rastgir bûn serketiyên hilbijartinê. Partiya Pêşveçûnê ya rastgiriya navendî ji sedî 17.3 ê dengan wergirt û li gorî hilbijartinên 2017'an 5 kursî zêde kir, bi giştî 13 kursî bi dest xist.

Partiya Serokwezîrê muxafazakar ê berê Bjarni Benediktsson jî ji sedî 24.4 ê dengan stand û 16 kursî wergirt.

Di hilbijartinê de Partiya Çep Kesk û 2 partiyên rastgir bi 37 kursiyan di pozîsyoneke xurt de ne.