Li Parîsê xwedî li HDP û Peymana Stenbolê hate derketin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye xwedî doza girtina HDP’ê û biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Li Navenda Çandê ya Ahmet  Kaya ya Parîsê ku paytexta Fransayê ye doza girtina HDP’ê û biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê hate protestokirin.

Di çalakiyê de daxuyaniya çapemeniyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku îradeya bi milyonan kesan hatiye desteserkirin û hate gotin “Nûnerê faşîzma dewleta Tirk Erdogan û desthilatdariya AKP û MHP’ê careke din îspat kirine ku ew dijminên jinan in.”

Di daxuyaniyê de doza girtina HDP’ê jî hate protestokirin û ev tişt hate gotin “Girtina HDP’ê tê wateya hilweşandina zemîna jiyana bi hev re. Lê li hemberî van êrîşan wê HDP li rêya xwe bidomîne. HDP’ê heta niha berdêlên mezin daye û têkoşîneke xurt a demokrasî û azadiyê ye. HDP hêviya aştiyê ya Tirkiyeyê ye.”

Van saziyan îmze dan daxuyaniyê: SKB, TJK-F, CDK-F, ACTÎT, CÎK, FEDA Û PDD."
Van saziyan jî piştgirî dan daxuyaniyê: ADKH, ADHK, BÎRKAR, ATÎK-F, ODAK û SMY.”